​​​​​​​Komîteya Ciwanan sûcên desthilata Tirk ên li dijî girtiyan şermezar kirin

Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê sûcên desthilata Tirk ên li dijî siyasetmedarên di girtîgehan de şermezar kirin û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî wê yekê wek piştgiriya ji dewleta Tirk re, bi nav kir.

​​​​​​​Komîteya Ciwanan sûcên desthilata Tirk ên li dijî girtiyan şermezar kirin
23 gulan, 2022   11:00
ŞEHBA

Di dehan endamên Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê û endamên meclisê îro li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehraz a kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek têkildarî sûc û binpêkirinên desthilata dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de da.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Hemed Hac Ehmed daxuyanî xwend û di destpêkê de wiha got: “Dema ku gel ber bi azadî û demokrasiya nûjen ve diçe û ji bo parastina mafan tê dikoşe û li ber xwe dide, rejîmên piştevaniya terorê dikin, bûne cinawirên barbar ku armanca wan tunekirina ruhê mirovahiyê ye. Rejîma faşîst a Tirk û alîkarên wî yên çete hewl didin îradeya berxwedanê ya gelê me têk bibin û teslîmiyetê li ser bi deh hezaran têkoşeran, şoreşgeran, siyasetmedaran, rojnamevanan û hiqûqnasan ferz bike û gelek sûc li dijî wan pêk tîne.”

Di daxuyaniyê de Hac Ehmed îşaret bi sûcên desthilata Tirk ên li dijî girtiyan kir û diyar kir ku ew dibin sedema belavbûna nexweşiyên giran û şehadetbûna gelek ji wan di şert û mercên nediyar de.

Hac Ehmed destnîşan kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk ji tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji gel û cîhanê dûr bixin.

Her wiha Hac Ehmed, êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyawî qedexe kirin û got: “Qaşo dewleta Tirk endameke Meclisa Mafên Mirovan a NY`yê ye.”

Hac Ehmed diyar kir ku bêdengiya civata navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk, wekî ku piştgiriya van sûcên wê dike ku pêvajoya aştiyê asteng dike.

Di dawiyê Hemed Hac Ehmed bang li Koalîsyona Navneteweyî, NY û rêxistinên hiqûqî yên li cîhanê kir ku fişarê li van rejîman bikin da ku sûcên xwe rawestînin. Her wiha ji ber van sûcan banga vekirina lêpirsînê û darizandina sûcdaran li ser asta navneteweyî kir.

(şx)

ANHA