Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên Kobanê sersaxî da malbatên şehîdên HPG`ê

Meclisa Malbatên Şehîdan û bi sedan şêniyên kantona Kobanê sersaxî da malbatên şehîdên HPG`ê yên ku di êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûne.

Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên Kobanê sersaxî da malbatên şehîdên HPG`ê
23 gulan, 2022   09:27
KOBANÊ

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, bi sedan şêniyên kantona Kobanê berê xwe da gundê Merzea Besrawî yê li başûrê Kobanê û sersaxî da malbata şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) Berî Derwîş (Demhat Derwîş) ku di êrişên bi çekên kîmyewî yên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim, siyasetmedar û endamên rêveber ên saziyên sivîl tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Di merasîmê de endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Silêman Silêman axivî û behsa taybetmendiyên şehîd Demhat Derwîş kir û got ew xwedî kesayeteke pêşeng û têkoşer bû.

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Nayle Mezê (Denîz Reş) a ji gundê Buxazê yê başûrê Kobanê.

Di bin konê sersaxiyê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û diyar kir ku divê gelê Kurd şopdarên rêya şehîdan bin.

HPG`ê di 21`ê Gulanê de nasnameyên 8 şehîdan eşkere kirin ku di êrişên bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve yên li dijî qada Çiyareş a herêma Zap li çiyayên Kurdistanê de şehîd bûne. Di nav de şehîd Demhat Derwîş û Denîz Reş jî hene.

(şx)

ANHA