ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-05-2022
22 gulan, 2022   23:00

-Rêveberiya Xweser ji Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê yên kantona Hesekê ve dest bi serjimariya şêniyan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Hesekê jib o destekdayîn û piştgiriya berxwedana hêzên gerîla li dijî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li qada Suryan kom dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya "Konê Berxwedanê" ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li Dêrikê li dar xistiye, berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya QSD`ê diyar kir ku civînên wan bi rûspî û şêxên eşîran re, di xurtkirina têkiliyan hêzên leşkerî û eşîran, sekinadina li ber êrişên dagirkeriya Tirk û girtina biryarên ku sûdê li civakê dikin de, roleke girîng dilîzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyên eşîrên herêma Firatê bang li gelê herêmê kir ku projeya xwe ya demokratîk biparêzin û li derdora QSD'ê kom bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ragihand ku tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li eniyên şer ên Til Temir û Zirganê zêde bûye û ji destpêka meha Nîsanê  ve li wan herêman çekên giran bi cih dike, di heman demê de tevgera balafirên bê mirov ên bi çek li asîmanê herêmê zêde kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcan li dijî şêniyên kantona Efrînê didomîne. Di kêmtirî 2 hefteyan de 10 welatî hatin revandin û 70 dar hatin qutkirin.

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbic û Gunewarê wê Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide êrişên xwe wekî êrişên ji rêzê nîşanî bide û got: "Li hemberî van êrişan gel bi israr e û bersivê dide." (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berakat diyar kir ku ne dûr e lihevkirineke veşartî têkildarî berdewamkirina guhertina demografiya herêmên dagirkirî di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de hebe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Îmralîya ser bi bajarê Bûrsayê ve ye, yek ji 25 giravên li Marmarayê ye. Bi mezinahiya xwe ya ji 10 kîlometreyî, yek ji çar giravên mezin ên Marmarayê ye. Bicihbûna destpêkê ya komî li Îmralîyê piştî sedsala 7'an bû. Piştî ku Peymana Lozanê di sala 1923'an de hate îmzekirin, xelkê giravê ber bi Yewnanistanê ve hate şandin.

-Hinek kêliyên dîrokê hene ku mirov dibêje xwezî qet nehatibana jiyankirin. Di dîroka kurdan de jî bûyerên bi vî rengî zêde ne. Dema mijar dibe dîroka gelan, girîngiya faliyetên fikrî û çalakgeriyên ku pêşeroje ronî dikin zêdetir dibin. Rojên ku ji bo gelan weke cejin tên qebûlkirin jî, ji van jiyankirinên dîrokî derdikevin holê.

ANHA