'Erdogan dixwaze herêmê ji bo şerên xwe bike koorîdor

Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Cûma Kalo diyar kir ku projeya Tirkiyê ya vegerandina penaberan ne mirovî ye wekî ku îdia dike, lê li pey wê armancên siyasî hene û got: "Erdogan hewl dide herêmê ji bo şerên xwe bike koorîdor."

'Erdogan dixwaze herêmê ji bo şerên xwe bike koorîdor
24 gulan, 2022   01:36
ŞEHBA-ELÎ GEDRO

Siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca vejandina dagirkeriya Osmanî û pêkanîna Mîsaqî Millî dewam dikin. Dewleta Tik di pêkanîna planên xwe de sûdê ji mijûlbûna cîhanê bi şerê li Ukrayanayê digire. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dewleta Tirk a dagirker destwerdan di karûbarên Sûriyê de dike  û xaka wê dagir dike.

Di vê der barê de hevserokê Meclisa kantona Şehbayê Cûma Kalo ji ajansa me re axivî.

Cûma Kalo diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk ên li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî di demên dawî de zêde bûne. Her wiha daxuyaniyên li dijî herêmên dagirkirî taybet li hember Şehbayê zêde bûne.

Cûma Kalo got: "Me daxuyaniyên Erdogan ên ji bo bicihkirina milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî dît. Ev yek ne di çarçoveya karên mirovî û vegerandian koçberan ji bo malên wan de pêk tên weke ku Erdogan îdia dike. Lê li pey vê yekê armancên siyasî hene. Yê ku dîroka Tirk bixwîne wê asta guhertina demgorafî ku dewleta Tirk li herêmên berê dagirkiribûn, bibînin. Ev daxuyanî berdewama projeyên wê yên berê yên guhertina demografî ye."

Cûma Kalo diyar kir ku armanc ji kolandina xendekan û lêkirina dîwar parçekirina herêmên dagirkirî ji xaka Sûriyê ye û ev tişt anî ziman: "Eger dewleta Tirk rast be divê wan penaberan vegerîn gund û bajarên wan. Ne hemû penaberên li Tirkiyê ji gelên bakurê Sûriyê ne. Armcna wan guhertina demografiya herêmê ye. Ew îdia dikin ku koorîdoreke aştiyê" yan jî "herêmeke ewle"ava dikin, lê ev yek ne rast. Ev kiryarên dewleta Tirk ne nû ne, beriya niha jî wiha kiriye."

Hevserokê Meclisa kantona Şehbayê di dewama axaftina xwe de got: "Tirkiyê di krîzên aborî û siyasî de ye. Giraniya partiyên muxalefetê li ser hesabê AKP'ê zêde dibe. Her wiha zehmetiyên krîzên hiqûqî û mirovî dikişîne. Dewleta Tirk dixwaze bala cîhanê û ya Tirkiyê li ser wan krzan rake û xwe weke parêzvanê ewehiya xwe nîşan bidin. Li aliyê din hilbijartinên Tirkiyê hene. Li Tirkiyê li dijî kurdan û penaberan nijadperestî tê meşandin. Erdogan dixwaze dengê wan bi dest bixe, ew jî bi rêya topbarankirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi behaneya ku ewlehiya xwe diparêze, ya din jî vegerandina penaberan."

Hevserokê Meclisa kantona Şehbayê Cûma Kalo di dawiyê de got:"Dewleta Tirk a dagirker bi destwerdana di karûbarên Sûriyê de dixwaze Osmaniya berê vejîne û Mîsaqî Millî pêk bîne, rewşa navneteweyî jî derfet digire."

(şt)

ANHA