Peşmergetiya 60 salî ya Mesûd Barzanî-Şukru GEDİK

Peşmergetiya 60 salî ya Mesûd Barzanî-Şukru GEDİK
23 gulan, 2022   00:22

Hinek kêliyên dîrokê hene ku mirov dibêje xwezî qet nehatibana jiyankirin. Di dîroka kurdan de jî bûyerên bi vî rengî zêde ne. Dema mijar dibe dîroka gelan, girîngiya faliyetên fikrî û çalakgeriyên ku pêşeroje ronî dikin zêdetir dibin. Rojên ku ji bo gelan weke cejin tên qebûlkirin jî, ji van jiyankirinên dîrokî derdikevin holê.

Mesûd Barzanî, bi mûnasebeta salvegera 60’emîn a tevlêbûna nava refên peşmergeyan a di dîroka 20’ê Gulana 1962’yan de peyamek weşand, got, “Şoreşa Cotmehê ya Mezin, bûyereke civakî, siyasî û çekdarî ku di pêşengtiya nemir Barzanî de pêk hatî û hemû gelê Kurdistanê tevlêbûyî ye. Li hemberî zilm û dagirkeriyê li ser gelê Kurdistanê, hîmekî bi hêz ku di têkoşîna azadiyê de hatiye avêtin e.” Divê em hinek li ser vê peyamê bisekinin ka weke gelê Kurd em çawa bixwînin.

Barzaniyê nemir (qala Mele Mistefa Barzanî dike), beriya her tiştî ev serokatî, ji zanistî dûr e, ji bîrdoziya serdemê qût e, aliyê wî yê feodalî û motîfên olî tê de serwer in. Ji ber ku ji pîvanên neteweyî dûr e, armanca û rêbazên neteweyî nahewîne, ji destpêkê ve serokatiyeke ku şansê wî yê serkeftinê tune bû, serokatiyeke ku bi vî awayî çêbûye. Her wiha ger em îro cihê ku nûnerên vê serokatiyê lê disekinin binêrin, em dikarin pîvan û mantiqa wî ya zayinê jî fêm bikin.

SEDEMA TÊKÇÛNA SERHILDANÊN KURDAN

Sedemeke têkçûna serhildanên kurdan di dîrokê de jî nebûyîna serokatî ye. Bi piranî yên ku ji civakê re pêşengtiyê dikin pêşengên olî ne. Ji ber vê nikarîne xwe ji xwecihîbûn û herêmîbûnê rizgar bikin û şansê wan yê serkeftinê jî pir lewaz maye. Jixwe sîfetên weke şêx, mele, seyîd, mîr, beg asta serokatiyê û rewşa van serokatiyan jî destnîşan dike.

Dibe ku ji hemû parçeyên Kurdistanê tevlêbûna tevgera ku di pêşengtiya Mela Mistefa Barzanî de pêşketineke çêbibe. Lê hemû gelê Kurd tev lê nebûye. Ji ber hinek fikrên wê demê yên weke damara kurdîtiyê, welatparêzî û netewperestiya kurdî tevlêbûnên vê tevgerê çêbûne. Lê ji ber ku karekterê tevgera PDK’ê li paş serdemê maye, hestên paqij ên kes û derdorên tev lê bûne jî hatine îstîsmarkirin. Serweriya pêkhatina navendî ya eşîriyê ku li Başûrê Kurdistanê pêş ketiye, xwe weke formekî civakî xwe rêxistinkirina vê formê, bûyîna fikra sereke ya netewperestiya kevn; ev hemû bûne sedem ku têkoşîn jî qûtqûtî bibe.

Mesûd Barzanî, di gotinên xwe de weke ‘barzaniyê peşmerge’ qala xwe dike, diyar dike ku payeya herî mezin ev e û ji ber salvegera 60’emîn tevlêbûna xwe ya nava refên peşmerge çavên hemû peşmergeyan maç dike. Her kesê ku ji bo Kurdistanê şer kiriye, ev yek daye ber çavan; divê di çarçoveya xizmetên neteweyî de were destgirtin, rêz jê re were girtin, heqê wî were teslîmkirin, payeya rûmetê were dayîn; divê li hemberî bîranînên wan bi hûrmet mirov bejna xwe bitewîne û weke lehengên gel bi nav bike. Serokatiya wan çawa dibe bila be, di hemû şervanên ku ji bo kurdayetî û Kurdistanê rabûne ser pêyan de hestên welatparêziyê hene. Ev welatparêzî, cewhera têkoşînê ye. Lê mixabin ev cewher di şexsê hinekan de hatiye tunekirin.

PEŞMERGETIYA KU ZIVIRIYE KARMENDIYÊ

Di roja me de peşmergetî ziviriye karmendiyekê. Weke şîrketeke kar dixebite. Vegeriyaye kargeheke ku kesên bêkar tên bikaranîn. Anîne asteke hêzeke hinek karmendên bi pere ku xizmeta partiyekê dikin. Vegerandine leşkerên pereyî ku êdî mirov dikare weke hêzeke mîlîtarîst jî pênase bike. Lûleyên çeka xwe dizivirînin kê, ji bo çi; ev êdî ne girîng e. Teşkîlateke çekdarî ku PDK’ê kê weke hedef nîşan bide guleyên xwe berdin wî ye. Di bin navê peşmergetiyê de raye û rûmet were dayîn jî, ji nirxên Kurdistanî hatiye dûrxistin. Di navbera rewşa niha ya peşmergetiyê û gerîlayê modern de, çiyan hene. Qiyaskiina wê jî ne rast e.

Pergala bipere, peşmergetî xilas kiriye. Her wiha kapîsetaya wê ya şer jî ji holê rakiriye. Peşmergetiya niha, ew rihê ku li ser esasê welatparêziyê li Kurdistanê xwedî derdikeve û diparêze kûştiye. Peşmergeyên ku lûleyên çekê xwe dizivirînin gerîlayên ku di hemû berjewendiyên xwe yên şexsî de dane hêleke, ketine nava korbûnê û nizanin ka xizmetî kê dikin. Ger dizane ku ev yek ne xizmeta gel e û dikeve nava xiyanetê, jixwe hevkariya dijmin yekser qebûl kiriye. Her çiqasî em van taybetmendî û pênaseyan layiqî peşmergetiyê nebînin jî, di rewşa heyî de cihê ku lê disekinin li keleka dewleta faşîst a Tirk e.

FERQA MEZIN DI NAVA GEL Û XANEDANIYA BARZANÎ DE

Dema ku Barzanî mûhasebeya 60 salî kir, divê zêdetir rasteqîn ba û ji şaştiyên xwe yên ku îro zirarê dide yekitiya neteweyî divê dûr biketa. Xwezî ev ferqa di navbera gel û xanedaniya Barzanî de çêbûye bîdita û hinekî wîjdan û îman bihata bîrê. Xwezî fêm bikira ka çawa dawî li Kurdayetiyê tîne û pêşkeşî dewleta Tirk dike. Bikaribûya fêm bikira ka serwetê xwe çawa 60 qat zêde kiriye, gel çawa ber bi hejariyê ve biriye, ew neçar kirine ku xwîna birayên xwe birijînin. Beriya ku bimre xwezî ferq bikira ka çawa xwe nêzikî xiyanetê kiriye û pala xwe daye xiyanetê.

Mixabin Mesûd Barzanî, enerjiya gelê Kurdistanê, çavkaniyên binerd û sererd, çavkaniyên mirovî, potansiyela şervanan, zanebûna welatparêziyê, ew 60 salê ku derbas bûye berhewa kiriye. Xwediyê pratîkekek wisa ye ku êdî mirov dikare bibêje ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî tiştekî nekiriye û nikare bike tune ye. Pergaleke ku deshilatdariyê ji bav derbasî kur dike ava kir. Rejîmê ku ji demokrasiyê re girtî, tepisîner ava kirin.

Di dawiya 60 saliya xwe de hat asteke wisa ku li hemberî PKK’ê şer bike û bi xiyateneke mezin rû bi rû ye. Piraniya gelê Kurd di ferqa vê xiyanetê de ye û li hemberî vê hêrs dibin. Ji ber ev dîroka xiyanetê peydakirina lehengtiyeke pir zehmet e. Mixabin, dîrokê ev 60 sal ji bo Kurdan weke demeke winda qeyd kir. Em hêvî dikin ku ji vê şaştiya xwe vegerin û dîrokeke nû ji bo wan were nivîsandin.

ANHA