Li ser sînorê Sûriye-Urdunê 4 qaçaxçiyên madeyên hişbir hatin kuştin

Hêzên çekdar ên Urdunê ragihand ku hêzên wan li dijî komeke qaçaxçiyan ku hewl da sînorên Sûriye-Urdunê derbas bikin, operasyon kirine, di encamê de 4 qaçaxçî hatine kuştin û miqdareke madeyên hişbir û çekek hatine desteserkirin.

Li ser sînorê Sûriye-Urdunê 4 qaçaxçiyên madeyên hişbir hatin kuştin
22 gulan, 2022   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Urdunê (Petra), çavkaniyekî leşkerî ji Fermdariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Urdunê daxuyand ku “vê berbangê dema ku komeke qaçaxçiyan a ji Sûriyê dihat, hewl da sînorê Sûriye-Urdunê derbas bike, hêzên li Herêma Leşkerî ya Rojhilat operasyoneke taybet kirin, di encamê de 4 qaçaxçî hatin kuştin, hejmareke ji wan birîdar bû û yên din jî reviyan Sûriyê.

Çavkanî her wiha diyar kir ku miqdareke madeyên hişbir; 637 hezar hebên captagon, 181 lepên heşîşê, 396 hebên Tramadol û çekek klaşînkov hatine desteserkirin.

(cx)