Topbarana dijwar li ser Til Temirê dewam dike

Gundê Xeybiş a Jêrîn û Qesir Toma Yelda yên rojavayê navçeya Til Temirê rastî êrişeke dijwar a dewleta Tirk a dagiker tên.

Topbarana dijwar li ser Til Temirê dewam dike
22 gulan, 2022   10:27
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundê Xeybiş a Jêrîn ê li rojavayê navçeya Til Temirê û Qesir Toma Yelda yê di navbera gundên Til Cûma û Xeybiş a Jêrîn de ye û 1 km dûrî navenda navçeya Til Temirê ye, bi çekên giran topbaran dike.

Hemwextî topbaranê balafireke bêmirov a biçek li ser herêmê digere.

(cx)

ANHA