Topbarana li ser gundewarê Til Temirê berfireh dibe

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê berfireh kirin û di van kêliyan de mezreayekê li gundewarê navçeya Til Temirê topbaran dike.

Topbarana li ser gundewarê Til Temirê berfireh dibe
22 gulan, 2022   09:46
HESEKÊ

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker mezreayeke di navbera navenda navçeya Til Temir û gundê Til Cûma yê Asûran ê li rojavayê navçeyê de, topbaran dike.

Agahiyên têkildarî enamên topbaranê bi dest neketin.

(cx)

ANHA