Şêx û rûspiyên Reqa û Tebqayê nerazîbûn nîşanî guhertina demgorafî da

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqa û Tebqayê bi daxuyaniyekê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku guhertina demgorafî ya ku li Sûriyê tê kirin, bisekinin.

Şêx û rûspiyên Reqa û Tebqayê nerazîbûn nîşanî guhertina demgorafî da
Şêx û rûspiyên Reqa û Tebqayê nerazîbûn nîşanî guhertina demgorafî da
Şêx û rûspiyên Reqa û Tebqayê nerazîbûn nîşanî guhertina demgorafî da
Şêx û rûspiyên Reqa û Tebqayê nerazîbûn nîşanî guhertina demgorafî da
Şêx û rûspiyên Reqa û Tebqayê nerazîbûn nîşanî guhertina demgorafî da
21 gulan, 2022   15:59
REQA

Bi armanca nirxandina geşedanên siyasî, Nivîsgeha PYD`ê ya bajarê Reqa ji şêx û rûspiyên eşîrên Reqa û Tebqa re civînek li dar xist.

Civîn bi beşdarbûna şêx û rûspiyên eşîrên Reqa, Tebqa, hevserokatî û endamên partiyê li Parka El-Ered El-Seyîda ya bajarê Reqayê hate lidarxistin.

Di civînê de endamê PYD`ê Xalid Xoce PYD'ê û pîvanên karê wî da nasandin û wiha axivî: "Rola partiyê di rizgarkirina herêmê de ji çeteyên DAIŞ`ê pir mezin bû. Piştî rizgarkirinê rola partiyê di dameziradnina Rêveberiya Xweser û Sivîl li herêman jî sereke bû."

Piştre Hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso geşedanên siyasî yên li herêmê nirxand û ev tişt got, heger doza kurdî li Sûriyê, Iraq, Tirkiyê û Îran neyê çareserkirin, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî çareser nabin.

Eyşe Hiso wiha domand: "Divê nêrîneke zelal ji bo çareserkirina hemû dozên li herêmê li ser asta Sûriyê bi taybet û Rojhilata Navîn bi giştî hebin. Tişta ku îro dewleta Tirk ji şer, mêtîngeriya li ser xaka Sûriyê pêk tîne ji bo vejandina serdema dewleta Osmanî ye û dixwaze ku li tevahî herêmê berfireh bibe çi li Sûriyê û çi li dewletên din be."

Eyşe Hiso diyar kir ku diyalog û kongreyên ku hatin lidarxistin tu destek nedan çareserkirina aloziya Sûriyê, lê belê bû sedem ku alozî di warê leşkerî de kûrtir bibe. Her wiha anî ziman ku rêya yekane ya çareserkirinê diyaloga sûrî – sûrî ye.

Di dawiya civînê de daxuyaniyek hate dayîn û ji aliyê şêx eşîra El-Igêdat, şêx Sultan El-Îgêdî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de projeya Erdogan û hikumeta wî ya terorîst ku parçeyên ji Sûriyê dagir kiriye hate şermezakririn. Her wiha hate diyarkirin ku armanca AKP`ê û çeteyên wê ew e ku Sûriyê parçe bike û guhertina demografî pêk bîne, şêniyên resen ên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê koçber bike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk her tim rola xirab dilîst, sînorê xwe ji komên terorîst re vekir û desteka îstîxbaratî û lojîstîk da wan, bêyî ku rêzê bide qanûn û pîvanên navneteweyî û rêgezên cîrantiya baş.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk rasterast û bêserûber destwerdan kir da ku qadên berfireh ji xaka Sûriyê dagir bike û cihekî ewle ji hêzên terorîst re peyda bike. Bi vê yekê tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dike. Roja binpêkirinan dike ku dighêjin asta sûcên şer û sûcên dermirovî, da ku rewşeke nû ya dagirkerî mîna ya Lîwa Iskenderon û Qibrisê bixuliqîne. Projeya vegerandina milyon penaberên Sûriyê û bicihkirina wan li herêmên sînorî yên dagirkirî, qewitandina niştecihên resen, guhertina demgorafî, hilweşandina nîşaneyên dîrokî, hewldanên tirkkirina herêmê û îmhakirina nasnameya wê ya dîrokî hemû bi hinceta vegera bidilxwazî tê kirin."

Di dawiyê de bang li civaka navneteweyî, NY`yê, rêxistinên mafên mirovan û Koalisyona Navneteweyî hate kirin ku" Li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst bisekinin, ji bo rizgarkirina hemû xakên dagirkirî û derxistina terora rêxistinkirî bixebitin, derfetê nedin rêxistinên terorîst ên destekê ji dewleta Tirk digrin ku aştî, hevgirtina sûrî û jiyana hevbeş, têk bibin."

(bx)

ANHA