​​​​​​​PYD'ê nerazîbûn nîşanî êrişa li ser Çemçemal û Mexmûrê  da

PYD'ê bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Çemçemal û wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê şermezar kir û bang li civata navneteweyî û hikumeta Iraqê kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk erkên xwe bi cih bînin.

​​​​​​​PYD'ê nerazîbûn nîşanî êrişa li ser Çemçemal û Mexmûrê  da
21 gulan, 2022   17:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya PYD'ê têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Çemçemalê wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku : "Dewleta Tirk a dagirker operasyonên xwe yên qirkirinê li dijî gelê Kurd û gelê herêmê didomîne. Careke din serdestî û sînorê dewlatan bin pê dike. Li Başûrê Kurdistanê li Wargeha Mexmûrê bi balafireke bê mirov li wesayîteke sivîlan xist. Her wiha li gundê Tuteqel ê navçeya Çemçemalê yê parêzgeha Silêmaniyê bomebebaran kir. Di encama êrişa hovane de 5 welatî şehîd bûn û yek birîndar bû."

PYD'ê got, kiryarên derexlaqî yên dewleta Tirk a faşîst û nejîdperestiya wê li dijî gelên herêmê û gelê Kurd bi taybet êdî bûye pirsgirêkeke rasteqîn û astengiyeke mezin li pêşiya aştî, ewlehî û istiqrara di navbera gelên Rojhilata Navîn de.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin û bang li civata navneteweyî, desteyên mafên mirovan û saziyên demokrat ên cîhanê kir ku dawî li êrişan werînin, her wiha bang li hikumeta Iraqê hate kirin ku berpirsyartiyên xwe wekî dewleteke xwedî serdest bi cih bîne û li hemberî binpêkirinên faşîzma Tirk bêdeng nemîne.

ANHA