El-Xelef: Tirkiyê bi dijwarî gundên sivîlan dike hedef

Riyad El-Xelef destnîşan kir ku ji salan ve li dijî navçeya Eyn Îsayê êrişên hovane têne kirin û diyar kir ku dewleta Tirk gundên şêniyan dike hedef da ku wan neçarî koçberiyê bike.

El-Xelef: Tirkiyê bi dijwarî gundên sivîlan dike hedef
21 gulan, 2022   16:20
EYN ÎSA

Hevserokê Meclis Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef di civîneke çapemeniyê ku li navçeya Eyn Îsayê hatibû lidarxistin de, behsa êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser navçeyê kir.

/ar/uploads/files/2022/05/21/154846_2022-5-21-eyn-isa-riyad-xelef.webp

El-Xelef diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker planeke pêk tîne da ku penaberên Sûriyê bi cih bike û demgorafiya herêmên dagirkirî biguhere.

Her wiha anî  ziman dewleta Tirk bi êrişên hovane yên li ser gund û bajaran ku ji salan ve têne kirin, dixwaze şêniyên wê yên resen koçber bike.

Di êrişa roja çarşema borî ya li ser Mezreya Qirtac a 5 km dikeve başûrê navenda navçeya Eyn Îsayê de 5 kes (jinek û 4 zarokên xwe) birîndar bûn.

El-Xelef destnîşan kir ku dewleta roj bi roj hovîtiya xwe li dijî niştecihên resen zêdetir dike, ev êriş bi armanca valakirina herêmê û dagirkirina wê tên kirin.

Riyad El-Xelef bang li şêniyên Eyn Îsayê kir: "Hêzên we li wê hemberî êrişên derve mertal bin, rê nadin dagirekran ku di kurahiya xaka Sûriyê de gav pêş de bavêjin û deverên dîtir dagir bike"

El-Xelef soza domandina têkoşînê ta rizgarkirina Girê Spî, Serêkaniyê û Efrîn da.

Li Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî 22 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk û çeteyên wê hene ku ji van baregehan êrişan pêk tîne.

ANHA