Rûspiyên êşîran banga yekitiya li dijî êrişên dagirkeriyê kir

Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb dan zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker hemû pêkhateyan armanc digirin, her wiha destnîşan kirin ku armanc jê ne tenê dagirkirina axa Sûriyê ye, lê belê pêkanîna projeya Osmaniya nû ye jî.

Rûspiyên êşîran banga yekitiya li dijî êrişên dagirkeriyê kir
20 gulan, 2022   05:23
HESEKÊ - OLVA HEC MENSÛR

Beriya ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê dest bi êrişên 17'ê Nîsana borî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bike, hikûmeta Kazimî dîwar di navbera Şengal û Rojava de lê kir da ku wan herdu herêman ji hev qut bike. Di heman demê de hêzên wî êrişî Şengalê kir. Li aliyekî din jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Li ser mijarê şêx û rûspiyên Kurd û Ereb ên Hesekê gotin, êrişên Tirkiyê ne tenê li ser kurdan e, heman demê wê li dijî tevahî pêkhateyan e. Rûspiyan banga yekitiyê li hemberî dagirkeriyê kir.

Di vê derbarê de, rûspiyê eşîra Omeriye, Mihemed Reşad Hec Xelîl got: "Dewleta Tirk şerê qirkirina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin ku ne tenê kurdan armanc digire, ji ber ku çavnebariya wê ne tenê li ser axa kurdan e, lê belê li ser hemû pêkhateyên ku bi yekitî li ber xwe dane ye."

Xelîl diyar kir ku bi rêya wan êrişan dewleta Tirk dixwaze axa Sûriyê û Iraqê dagir bike û serdema Osmanî vejîne, her wiha da zanîn ku komployek li dijî gelên herêmê heye ku gelek dewletên derdorê jî tê de hevkar in, û got: "Tirkiyê komployeke nû bi rêya hikûmeta Iraqê ya ku dest bi lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de kir plan dike."

Hec Xelîl behsa rêbazên şikandina hewildanên dewleta Tirk ên dagirkeriyê kir û got: "Ji bo têkbirina planên dewleta Tirk divê yekitiya pêkhateyan pêk were, divê xebat û berxwedan ji bo parastina destkeftiyên şehîdan werin xurtkirin."

Ji aliyekî din ve, rûspiyê eşîra El-Bûmiêş a qebîleya Begara, Xelîl Hemad Telai nerazîbûna xwe li hember hewildanên dagirkeriya Tirk ên bi armanca parçekirina xaka Sûriyê diyar kir û got: "Em miletek in û xwedî dozekê û xakekê ne,  parçekirina welêt di aliyê navneteweyî de û di aliyê qanûnî de jî qedexe ye."

Telai lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de û helwesta hikûmeta Mistefa Kazimî şermezar kir û got: "Em li dijî lêkirina vî dîwarî ne ku gelan ji hev vediqetîne, ji ber ku cudahî di navbera Kurd û ereban de tune ye, em tev yek in û çarenûsa me yek e."

Xelîl Hemad Telai da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji zêdekirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û avakirina avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî ew e ku xaka Sûriyê qut bike. Her wiha destnîşan kir ku eşîrên Kurd û Ereb tu carî rê nadin parçekirina xaka herêmê.

ANHA