Li seranserê herêma Cizîrê rêzeçalakiyên li dijî dagirkerî, xiyanet û tecrîdê

Gelê herêma Cizîrê bi rêzeçalakiyên ku di 17`ê Gulanê de dane destpêkirin, li hemberî qedexeya hevdîtinan a li ser rêber Abdullah Ocalan, êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên xiyanetê yên PDK'ê, helwesta xwe datîne holê.

Li seranserê herêma Cizîrê rêzeçalakiyên li dijî dagirkerî, xiyanet û tecrîdê
19 gulan, 2022   23:41
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Gelê herêma Cizîrê li hemberî êrişên dagirkerî û xiyanetê yên dewleta Tirk û PDK'ê yên li dijî gerîla û qedexeya li ser rêber Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye, bi rêzeçalakiyan bertekê xwe nîşan bide.

Ji 17`ê Gulanê ve li bajarên herêma Cizîrê li dijî dagirkerî, xiyanet û tecrîdê rêzeçalakî tên lidarxistin û dê heta 22`ê Hezîranê bidomin. Çalakî bi dirûşma “Bi vîna gel û gerîla em ê dagirkerî û îxanetê têk bibin' tên lidarxistin û her wiha dê 4 rojan jî çalakiya konvedanê li dar bikeve.

'GEL HELWESTA XWE BI ZELALÎ NÎŞAN DA'

Der barê mijarê de endama komîteya amadekar a çalakiyan Ahîn Elî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku armanca çalakiyên wan ew e ku li dijî qedexekirina hevdîtinan û êrişên dagirkerî û xiyanetê yên li Îmraliyê protesto bikin.

Ahîn Elî got: "Li hember hemû bûyerên ku raya giştî ya Kurd eleqedar dike, gel helwesta xwe daniye holê. Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li dijî qedexeya hevdîtinan a 6 mehan pêşniyara çalakiyê kir. Beriya niha, di Meşa Rûmetê ya 5'ê Gulanê de gel li dijî dagirkerî û xiyanetê helwesta xwe zelal kiribû. Niha jî dê helwesta xwe ya li dijî qedexeya hevdîtinan a li Îmraliyê nîşan bide.”

Ahîn Elî da xuyakirin ku di 17'ê Gulanê de li Til Koçerê çalakî dane destpêkirin û der barê çalakiyan de ev agahî parve kirin: "Di çarçoveya van çalakiyan de ku dê ji 17'ê Gulanê heta 22'yê Hezîranê dewam bikin, dê di 22-25'ê Gulanê de li Dêrikê konê çalakiyê bê vedan. Di vê pêvajoyê de dê meşên girseyî bên lidarxistin û dê li hemû bajaran li dar bikevin."

'KURDISTAN YEK E'

Ahîn Elî diyar kir ku bi çalakiyên ku heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine lidarxistin, gel daxwaza yekitiya neteweyî kir û helwestek li dijî xiyanetê nîşan da û got: "Ev helwest bi taybetî li dijî malbata Barzanî hate nîşandan ku îdia dike kurdayetiyê diparêze lê di nava xiyaneteke mezin de ye. Her wiha her çend dagirker difikirin ku Kurdistan parçe kirine jî, ji bo gelê Kurd Kurdistan yek e. Me nîşanî tevahiya cîhanê da ku êş û kêfxweşiya Amed, Mehabad û Qamişloyê yek e."

Ahîn Elî îşaret pê kir ku gelê Kurdistanê li hemû parçeyan xwedî helwesteke hevpar e û têkildarî dirûşema çalakiyên got: "Êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî vîna gelê Kurd in. Ji ber vê yekê me dirûşma çalakiyan wek 'Bi vîna gel û gerîla em ê dagirkerî û îxanetê têk bibin' diyar kir. Heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Apo pêk were û dagirkirina çar parçeyên Kurdistanê biqede, em ê li ber xwe bidin."

BANGEWAZÎ

Ahîn Elî got: "Ez dixwazim bang li çar parçeyên Kurdistanê bikim; divê em helwesta xwe derxin pêş û bizanin ku rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan azadî, wekhevî û demokrasiyê temsîl dike. Ez bang li ciwanan dikim ku xwe bi rêxistin bikin û beşdarî hemû qadên şoreşê bibin. Tevlêbûna ciwanan ji bo me girîng e ku em bi hêztir bibin. Divê gelê Başûrê Kurdistanê jî li dijî xiyaneta PDK'ê rabe ser pêyan û li hemberî xiyanet û dagirkeriyê bê deng nemîne. Gerîla piştgirî da hemû parçeyên Kurdistanê û îro jî divê em li cem gerîla bisekinin. Gel û gerîla yek in û dijmin dê nekare vê yekitiyê têk bibe."

Endama komîteya amadekar a çalakiyan a herêma Cizîrê Ahîn Elî di dawiyê de bang li gelê herêma Cizîrê kir ku tevî jin, mêr, ciwan û kal û pîr beşdarî çalakiyan bibin.

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Bernameya çalakiyên ku dê di mehên Gulan û Hezîranê de bên lidarxistin, wiha ye:

- 19 Gulan: Meş, cih: Til Hemis.

- 21 Gulan: Qamişlo, ji bo PKK ji "lîsteyên terorê" were derxistin daxuyaniya çapemeniyê, cihê: Stada Şehîdên 12 Adarê. Saet: 12.00.

- 22-25 Gulan: Konê çalakiyê li dijî tecrîd, dagirkerî û xiyanetê dê were vedan, cih: Dêrik.

- 29 Gulan: Li herêma Cizîrê bi pêşengiya Tevgera Çand û Hunerê û Hîlala Zêrîn xwepêşandanek bi beşdariyeke berfireh dê were lidarxistin, cih: Hesekê.

- 30 Gulan: Meş, cih: Dêrik.

Çalakiyên meha Hezîranê ku dê piştî meşan daxuyanî werin dayîn:

2 Hezîran: Tirbespiyê.

5 Hezîran: Til Temir.

8 Hezîran: Çilaxa.

10 Hezîran: Til Birak.

13 Hezîran: Şedadê.

15 Hezîran: Girkê Legê.

18 Hezîran: Qamişlo.

ANHA