Li Til Birakê meşa bi meşeleyan

Şêniyên navçeya Til Birak ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û siyasetên guhertina demografî ku li herêmên dagirkirî têne kirin meşek bi meşeleyan li dar xist

Li Til Birakê meşa bi meşeleyan
Li Til Birakê meşa bi meşeleyan
Li Til Birakê meşa bi meşeleyan
Li Til Birakê meşa bi meşeleyan
19 gulan, 2022   20:29
QAMIŞLO

Meşa bi meşeleyan ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên navçeyê tev li meşê bûn, nerazîbûn nîşanî siyasetên dewleta Tirk û guhertina demografî dan.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Navçeya Til Birak a kantona Qamişlo dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên redkirina dagirkirinê, banga berxwedana li dijî wê hatin berzkirin.

Meş li Çerxerêya Şehîdan a navenda navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Til Birakê Tariq El-Ebdullah axivî, siyasetên dijminahî yên li dijî gelê Sûriyê  şermezar kir.

Tariq El-Ebdullah wiha domand: "Armanca dewleta Tirk ku îradeya me têk bibe û projeya neteweya demokratîk ku hemû pêkhateyan digre nava xwe bi bin bixe."

Tariq El-Ebdullah di dawiyê de banga têkoşîn û sekna li dijî dewleta Tirk kir.

(bx)

ANHA