​​​​​​​Ciwanên PYD’ê bi meşekê piştgirî da berxwedana gerîla  

Li Kobanê ciwanên PYD’ê bi meşekê piştgirî da berxwedana gerîla. Endamên saziyên sivîl, ciwan û gelê herêma Firatê jî tev li meşê bûn.

​​​​​​​Ciwanên PYD’ê bi meşekê piştgirî da berxwedana gerîla  
19 gulan, 2022   10:40
KOBANÊ

Îro bi dehan endamên saziyên sivîl û Ciwanên Herêma Firatê meşk li dar xist. Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û heta Qada Şehîd Egîd dewam kir. Dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bimire îxaneta mala Barzanî” hatin berzkirin.

Beriya ku meş dest pê bike, li ser navê ciwanên PYD’ê Wedhê Hemzê daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta Tirk bi salane êrişî Kurdan dike û bi hezaran mirov qetil kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em di pêvajoya hebûn û tunebûnê de ne, ji bo wê dewleta Tirk ya dagirker bi malbata Barzanî re êrişan dibr ser çiyayên azad û gelê Kurd."

Hat diyarkirin ku bi rojan e dewleta Tirk bi çekên kîmyewî êrişan dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, lê gerîlayên azadiya Kurdistanê bi ruhê seferberiyê tê dikoşin û berxwedaneke pir xurt raber dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ne tenê êriş tên ser çiyayên azad, lê di heman demê de li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî êriş hene û hate gotin: “Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên li ser gerîla girêdayî hev in. Ji ber vê yekê em ê wek ciwanên PYD’ê xwedî li berxwedana gerîla derkevin.”