Li Amûdê bîranîna şehîdên Nîsan û Gulanê

37 şehîdên ji Amûdê yên di mehên Nîsan û Gulanê de şehîd bûne, bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Li Amûdê bîranîna şehîdên Nîsan û Gulanê
19 gulan, 2022   10:22
QAMIŞLO

Bernameya bîranînê li Hola Kerem pêk hat. Di bernameyê de piştî rêzgirtinê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubeyd axivî û hemû şehîd, nemaze Hakî Karer ku ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê ye û di 18'ê Gulana 1977'an de hate şehîdxistin, bi bîr anîn.

Hesen Ubeyd diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan bi damezirandina PKK'ê li hember şehadeta Hakî Karer tolhildana herî mezin pêk anî û destnîşan kir ku wek gel divê bîranînên şehîdan bi pêkanîna xeyalên wan werin parastin.

Bernameya bîranînê bi nîşandana sînevîzyona li ser axaftina rêber Abdullah Ocalan a li ser şehîdan û rastiya şehadetê dewam kir.

Çalakî bi xwendina belgeyên şehadetê yên 37 cangoriyên azadiyê ku di mehên Nîsan û Gulanê de li cih û demên cuda şehîd bûne û radestî malbatên wan hatin kirin, bi dawî bû.

ANHA