Dagirkeriya Tirk bi çekên giran gundekî Şêrawa topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi çekên giran topbaran dike.

Dagirkeriya Tirk bi çekên giran gundekî Şêrawa topbaran dike
19 gulan, 2022   10:19
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî, bi obîsan topbaran dike.

Heta dema amadekirina vê nûçeyê zêdetirî 25 top li gund ketine.

(cx)

ANHA