HRE: 12 dagirker hatin kuştin, 15 jî birîndar bûn

Di çalakiyên HRE`yê yên di navbera 12-17`ê Gulanê de li Şera, Şehba, Bab û Marê, 4 leşkerên Tirk û 8 çete hatin kuştin, 10 leşker û 5 çete jî birîndar bûn.

HRE: 12 dagirker hatin kuştin, 15 jî birîndar bûn
19 gulan, 2022   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

HRE`yê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hêzên wan di navbera 12-17`ê Gulanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li navçeya Şera, Şehba û bajarên Babê û Marê yên dagirkirî, çalakiyên bi bandor kirine.

HRE`yê li ser çalakiyan ev agahî parve kirin:

“Di roja 12`ê Gulanê de, li pêşiya gundê Til Medîq di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin.

Di roja 13`ê Gulanê de, li gundê Meşalê ya girêdayî Şera, 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû. Di heman rojê de, li herêma Babê 2 baregehên artêşa Tirk a dagirker hatin hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de leşkerekî Tirk û 2 çete hatin kuştin, 6 leşker û 3 çete jî birîndar bûn.

Di roja 14`ê Gulanê de, li xeta bajaroka Marê di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin.

Di roja 16`ê Gulanê de, li Babê baregehek artêşa Tirk a dagirker hat hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha 3 çeper û 3 konteyner hatin rûxandin, 2 seyareyên zirxî yên bi tîpa kîrpî hatin derbkirin.

Di roja 17`ê Gulanê de, li xeta Marê di encama çalakiyeke taybet de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

Di encama çalakiyên di navbera rojên 12-17`ê Gulanê de bi giştî; 4 leşkerên Tirk û 8 çete hatin kuştin, 10 leşker û 5 çete jî birîndar bûn.”

(cx)