Şahê Urdunê: Valahiya ku Rûsya li Sûriyê bihêle dê Îran dagire

Şahê Urdunê Ebdullah El-Sanî da zanîn ku valahiya ku Rûsya li başûrê Sûriyê bihêle dê Îran û wekîlên wê dagirin û got ku welatê wî rûbirûyî rageşiyeke muhtemel li ser sînorê bi Sûriyê re ye.

Şahê Urdunê: Valahiya ku Rûsya li Sûriyê bihêle dê Îran dagire
19 gulan, 2022   10:17
NAVENA NÛÇEYAN

Li gorî tora El-Erebiyê, di hevpeyvînekê de bi peymangeha Hoover re, Şahê Urdunê daxuyand ku welatê wî li pêşberî rageşiyeke muhtemel li ser sînorê bi Sûriyê re ye.

Li gorî ajansa nûçeyan a Urdunî “Betra”, şahê Urdunê Ebdullah El-Sanî da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê û bêyî xwespartina Amerîka koordîneyek erebî heye.

Daxuyaniyên Şahê Urdunê pitşî belavkirina raporên têkildarî vekişîna komeke ser bi Rûsya ve û bicihbûna komên Îranê li cihekî stratejîk li naverasta Sûriyê, pêk hatin. Li gorî çavkaniyên herêmî ji ronameya Şerq El-Ewsat re daxuyand, di 5’ê Nîsanê de sewqiyetên mezin yên  “Heres Sewrî El-Îranê” gihaştin depoyên Mûhîn ên leşkerî yên li rojhilatê Humsê.

Hate ragihandin ku ev tevger piştî vekişîna hêzên Rûsyayê pêk hatin, jê jî komên "Wagner" û nêzî 200 endamên "Feyleqa 5’an" ên girêdayî Rûsyayê, her wiha vekişandina zêdetirî 23 alavên leşkerî û gelek erebeyên zirxî, madeyên lojistî û amûrên peywendiyan.

Çavkaniyan diyar kir ku hêzên ku vekişîn ber bi balafirgeha Tedmur a leşkerî ya li rojhilata Humsê ve çûn. Dema vekişînê 5 helîkopter bi hêzên Rûsyayê re bûn.

(fr)