Xeyas Neyîse: Dewleta Tirk gef e, têkoşîna hevpar a Kurd-Ereban çareserî ye

Muxalîfê sûrî Xeyas Neyîse teqez kir ku bicihkirina penaberan ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li bakurê Sûriyê, di çarçoveya siyasetên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk de pêk tê. Neyîse helwestên civaka navneteweyî û hikumeta Şamê rexne kir û banga têkoşîna hevpar a Kurd û Ereban kir.

Xeyas Neyîse: Dewleta Tirk gef e, têkoşîna hevpar a Kurd-Ereban çareserî ye
19 gulan, 2022   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA EL-HEBÎB

Duh êvarê muxalîfê sûrî û Koordînatorê Giştî yê Şepêla Çep a Şoreşger a Sûriyê Dr. Xeyas Neyîse tev li bernameyeke taybet a ajansa me bû. Neyîse hemleyên bicihkirinê yên dewleta Tirk li bakurê Sûriyê di bin navê “vegera dildarî ya penbarên sûrî” de pêk tîne, armancên vê gavê, xeteriyên wê, helwestên civaka navneteweyî û hikumeta Şamê, her wiha rola “Îtîlafê” di xizmeta van siyasetan de, nirxand.

EV GAV DI ÇARÇOVEYA SIYASETÊN MÊTÎNGERIYÊ DE PÊK TÊ

Neyîse di destpêka nirxandina xwe de got, “Ev gav di çarçoveya siyasetên hikumeta Tirkiyê de pêk tê, ku ji destpêka dagirkirina xaka Sûriyê di 2016`an de pêk tîne, bi taybet siyasetên li Efrînê pêk tîne wekî guhertina demografiyê, koçberkirina şêniyan, qutkirina herêman ji xaka Sûriyê, girêdana herêmê bi aborî û pereyên tirk re, perwerdeya bi zimanê tirkî, tenduristî, posta û hwd..”

Neyîse da zanîn ku xebatên tirkkirinê bi armanca tevlîkirina herêmên Sûriyê ji xaka Tirkiyê re, di çarçoveya projeya dawîn a Erdogan a avakirina 250 taxên niştecihbûnê û bicihkirina penaberên sûrî tê de, pêk tê.

ARMANCÊN DEWLETA TIRK JI WÊ YEKÊ?

Têkildarî armancên wê yekê û girêdana wê bi nêzbûna salvegera Peymana Lozanê û projeya Osmaniya Nû, Neyîse got: “Hemû faktör nîşan didin ku armanca dewleta Tirk yek; qutkirina herêmên Sûriyê û tevlêkirina wan ji xaka Tirkiyê re, du; avakirina parêzvanên sînor yên girêdayî xwe li herêmên Sûriyê, sêyemîn; nehêle ku welatiyên Sûriyê li ser erdê xwe serwer bin û nehêle ku gelê Kurd mafên xwe yên rewa bi dest bixe.”

Neyîse da zanîn ku dibe girêdana vê yekê bi nêzbûna salvegera Peymana Lozanê û projeya Osmaniya Nû re hebe.

DELWETA TIRK GEFÊ LI SIBEROJA SÛRIYÊ DIXWE

Siyasetmedarê sûrî wiha nirxandina xwe domand: “Dewleta Tirk û Qeterê ji dewletên herî xeter in ku dest li kar û barên Sûriyê werdan. Ew yek vedigere du sedeman, ya yekê wan ji destpêka destwerdana li Sûriyê ve, piştgirî da hêzên tundraw û hêzên terorîst, van hêzan şoreşa gel a aştiyan têk bir. Ya duyemîn jî, bi hevkariya çeteyên sûrî û bi lihevkirinên bi Cebhet Nûsra re destwerdaneke leşkerî ya dewleta Tirk heye. Projeya ji bo Sûriyê hatî pêşkêşkirin, di esas de parçekirina Sûriyê li ser esasê tayîfî, etnîkî û etnîsîteyî ye. Bi vê yekê re, dewleta Tirk gefê li rewşa Sûriyê û siberoja Sûriyê dixwe.”

ASTANA.. PLATFORMEKE JI BO PARVEKIRINA SREWERIYÊ Û PÊŞBIRKÊ

Li ser rola garantorên Astanayê, Neyîse dibêje: “Rûsya, Tirkiye û Îran, Astana ji bo wan platformeke ji bo birêxistinkirina herêmên serweriyê û pêşbirkê bû. Yanî, platformeke danûstandinên li ser parvekirina serweriyê û berjewendiyan li Sûriyê bû.”

'ENKS, PAÇIKEKE DI DESTÊ DEWLETA TIRK DE'

Muxalîfê sûrî Xeyas Neyîse li ser rola 'Îtîlafê' got: “Ji destpêk ve em dibêjin, Encumena Nîştimanî paçikeke ku dewleta Tirk bi kar tîne. Mirov êdî nikare ji wan bêje opozîsyon. Helbet, ew ne wiha ne jî, ne opozîsyoneke nîştimanî ne jî demokratîk e. Ew komeke çeteyên girêdayî dewletan in. Opozîsyona rastîn a Sûriyê, opozîsyona ku bi dozên gelê Sûriyê re eleqedar dibe û ji bo pêşeroja Sûriyê xwedî nêrîn e. Ya girîng jî ew e ku ne girêdayî tu dewletan e. Ji tiştên me behsê kirî, yek jî li cem Îtîlafê tune ye.”

HIKUMETA ŞAMÊ LI GORÎ BERJEWENDIYA XWE YA TENG LI MIJARAN DINÊRE

Neyîse li ser helwesta hikumeta Şamê jî got, “Pirsgirêka rejîma Sûriyê ew e ku li gorî berjewendiya giştî ya gelê Sûriyê û ji bo pêşeroja Sûriyê li mijaran nanêre, lê belê li gorî berjewendiyên xwe yên teng mijaran digire dest. Bi vê siyasetê zirar da gelê Sûriyê û pêşeroja Sûriyê. Mijara Efrînê mînaka wê yekê ye.”

Neyîse teqez kir ku, “Rejîm amade ye danûstandinan bi dewleta Tirk re bike û dagirkeriya Tirk li wan herêman bihêle, ji ber ku berjewendiyên hevbeş, teng û zirarên digihînin pêşeroja Sûriyê hene. Dibe ku ji bo têkbirina tecrûbeya Rêveberiya Xwesr bi rejîma Tirk re li hev bike.”

CIVAKA NAVNETEWEYÎ.. DEREWEKE MEZIN E

Siyasetmedarê sûrî wiha rola civaka navneteweyî nirxand: “Civaka navneteweyî dereweke mezin e, berjewendiyên herêmî û navneteweyî yên dewletan hene, caran li hev tên, carna dijberî hev in. Tirkiye dewleteke herêmî ye, lê niha ji bo şerê Ukraynayê pêwîstiya Rojavayiyan pê heye. Pêwîstiya Rûsya jî pê heye. Rejîma Tirkiyê li ser du werîsan di navbera her du hêzan de dilîze.”

JI BO SIBEROJEKE BAŞTIR.. DIVÊ TÊKOŞÎNA KURD-EREBAN BIBE YEK

Neyîse di dawiya nirxandina xwe de ev peyam ji gelê Sûriyê re şand: “Werin em bi hev re pêşerojeke baştir ji Sûriyê re xêz bikin, divê em hevkar bin, divê têkoşîna gelên Kurd û Ereb li Sûriyê û li herêmên din jî yek be.”

(cx)

ANHA