​​​​​​​Siyaseta Erdogan di warê koçberan de jî qirêjî ye - Fehîm IŞIK

​​​​​​​Siyaseta Erdogan di warê koçberan de jî qirêjî ye - Fehîm IŞIK
19 gulan, 2022   00:49

Beriya ku Bihara Ereban dest pê bike, têkiliyên Erdogan û Esad bi her cureyê bi pêş ketibûn. Civata wezîran pêk ve çêdikirin. Bi malbatî hevdîtin pêk dianîn. Diyar e ya ku Erdogan û Esad nêzî hev dikirin, dijminatiya li hember Kurdan bû.

Ev têkilî di sala 2011'an de ango piştî Bihara Ereban têk çû. Erdogan di rojekê de guherî û dest bi dijminatiya rejîma Baasê kir. Her wiha bi gotinên tund êrişî Beşar Esad kir. Bi vê siyasetê gaveke din jî avêt. Bi taybet ji bakurê Afrîkayê çeteyên El Nusra û çeteyên selefî yên din kişandin Sûriyê û Birayên Misilman ên li Sûriyê jî bi çek kirin. Li ser sînorên Sûriyê ji van çeteyan re gelek kampên leşkerî amade kirin. Wiha hesab dikir ku ew ê di demeke kin de Beşar Esad hilweşîne û ew ê jî bi rêya van çeteyan bikare rêvebiriya Sûriyê bigire bin bandora xwe.

SIYASETA RÊYA SÊYEMÎN PÊŞÎ LI ERDOGAN GIRT

Hesabê malê û bazarê hev negirt. Li Sûriyê şerekî giran yê navxweyî derket. Kurd jî ketin nava liv û tevgerê û di 19'ê Tîrmeha 2012'an de şoreşa Rojava hate ragihandin. Siyaseta Rêya Sêyemîn, bû sedema xitimandina siyaseta Erdogan. Gelek hêzên çete bûbûn nokerên Erdogan. Lê Kurdan, bi siyaseteke serbixwe hem herêmên xwe ji êrişan diparastin, hem jî li dijî dagirkeriyê bi tundî li ber xwe dida.

Erdogan xwest Kurdên Rojava jî wekî çeteyan bikişîne bal xwe. Pêvajoya çareşeriyê bi vê armancê xebitand. Bi vê mebestê li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re gelek hevdîtin çêkirin. Lê xeta sor a birêz Ocalan derbas nekirin. Hem birêz Ocalan û hem jî rayedariya siyasî û leşkerî ya Rojavayê Kurdistanê, derfet neda siyaseta qirêjî ya dewleta Tirk.

PIŞTÎ TÊKÇÛNÊ SIYASETA KOÇBERIYÊ XISTIN MERIYETÊ

Derketina DAIŞ'ê encama vê heyamê ye. Dewleta Tirk ji bilî çeteyên din, dest avêt çeteyên DAIŞ'ê jî û ew ajotin ser Rojavayê Kurdistanê. Çete, berî ku berê xwe bidin Rojava, li Sûriyê gelek herêm ji destê rejîmê derxistibûn. Li tu herêman berxwedanek li hemberî çeteyên DAIŞ'ê nehatibû kirin. Lê Kurdan li ber xwe da. Li hember çeteyan bê rawestan şerê xweparastinê domandin. Di encamê de jî bi berdêleke giran DAIŞ têk birin.

Bûyerên ku di sala 2011'an de dest pêkir û ji sala 2013'an û pê ve bi rêya çeteyên DAIŞ'ê bi destê dewleta Tirk hate domandin, bû sedem ku gelek koçber ji Sûriyê derkevin û berê xwe bidin Tirkiyê.

Di sala 2011'an de li Tirkiyê tu qanûnek tçkildarî koçberên ku ji welatên Rojhilata Navîn dihatin,  tune bû. Her wiha ji bo koçberên welatên li rojhilatê Tirkiyê ne jî, di peymanên navneteweyî de şerha dewletê hebû. Dewleta Tirk li gorî peyman û biryarên navneetweyî yên koçberiyê an jî li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî tev nedigeriya. Dewleta Tirk ev valahî di sala 2013'an de ji holê rakir. 'Qanûna Biyaniyan û Parastina Navneteweyî' qebûl kir û bi statuyeke taybet ya bi navê 'parastina demkî' koçber bi fermî qebûlî Tirkiyê kirin. Ji bo koçberan peyva 'mêvan' afirand ku tiştek wiha di cîhanê de tune bû. Di rastiya xwe de armancên dewletê jî cuda bûn. Derdê wê ne parastina koçberan bû. Tenê yek derdê wê hebû. Ew jî pêkanîna planên xwe yên qirêjî bû.

DEWLETA TIRK QIRÊJIYA XWE DI BIN MASKA 'ÎNSANÎ' DE VEŞART

Piştî 2013'an êdî diyar bûbû ku ew ê şerê li Sûriyê demdirêj bajo, Erdogan ev car dest pê kir ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê koçber kişandin Tirkiyê. Navê vê siyaseta xwe jî danî, 'deriyê vekirî.' Belê hemû derî ji koçberan re vekiribûn. Her wiha ev mesele wek meseleyeke însanî nîşan didan. Lê rastî ne wiha bû. Dewleta Tirk, qirêjiya xwe di bin maska însanî de vedişart. Bi vê siyaseta xwe ji aliyekî ve dixwest Sûriyê vala bike û pêşî li statuya Rojavayê Kurdistanê bigire. Ji aliyê din ve jî dixwest aboriya xwe ya têkçûyî bi rêya koçberan xurt bike. Bê guman, gelek koçber hem di nava hêzên çeteyan de bi kar dianîn, hem jî bi rêya van koçberan welatên Ewropayê tehdît dikirin. Ango bi kevirekî du gûz dixistin.

Rejîma Erdogan ji bo koçberan peyva 'mêvan' ku di hiqûqa navneteweyî de çi wateya wê tune ye, bi kar tîne. Lê hin navên taybet jî bi kar tînin. Wan carinan bi navê 'ensar' didin nasîn. Bi vê peyvê bal dikişînin siyaseta olî. Ango ola îslamê jî ji bo siyaseta xwe ya qirêjî dixebitînin. Di van navan de çi bingeheke hiqûqî tune ye. Bi van navan tenê dixwazin siyaseta xwe ya qirêjî bi hin peyvên nehiqûqî veşêrin.

Heke em bi vê rastiyê li siyaseta qirêjî ya bi rêya koçberan tê meşandin binêrin, mesele ew ê baştir were fêmkirin. Bi vê mebestê em dikarin vê siyasetê di çend xalan de di ber çavan re derbas bikin.

DI SIYASETA KOÇBERIYÊ DE MEBESTEK GUHERTUNA DEMOGRAFIYÊ YE

Di siyaseta koçberiyê de mebesteke dewleta Tirk guhertina demografiya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Piştî sala 2017'an ev armanca xwe gav bi gav bi pêş xist. Di herêmên dagirkirî de siyaseta qirkirinê li dijî Kurdan bi kar anî. Kurd ji axa bav û bapîran derxistin. Li dewsa Kurdan, çeteyên ji dewletên cur bi cur tevî malbatên wan bi cih kirin. Her wiha li van herêman bi rêya sazî û dezgehên dewleta nîjadperest tirkbûn li niştecihan ferz kir. Perwerdeya li herêmên dagirkirî tam li gorî esasên olî bi rê ve bir. Li van herêman, jiyan li gorî esasên şerîata selefiyan damezirand û zimanê tirkî bû zimanê fermî yê herêmên dagirkirî.

Kontrola îdarî û leşkerî ya van herêman ji aliyê Tirkiyê ve tê pêkanîn. Ji bo her herêmekê jî walî û qeymeqam tayîn kiriye. Hemû dezgehên îdarî û leşkerî, li gorî esas û qanûnên Tirkiyê, li gorî biryarên rejîma yekkesî ya Erdogan tên bicihkirin. Ev siyaset jî bi me dide diyarkirin ku armanca dawîn a dewleta Tirk, îlhaqkirin e. Di firsenda destpêkê de ew ê Efrîn, Cerablus, Bab, Ezaz, Mare, Girê Spî û Serêkaniyê bixwazin daxilî axa Tirkiyê bikin. Hewldanên wan her li ser vê yekê ne.

ERDOGAN BI SIYASETA KOÇBERIYÊ SÛRIYE Û ROJAVA TALAN KIRIN

Di vê siyaseta ilhaqkirinê de ji welatên Rojava piştgirî digrin. Ji bo koçberên Sûriyê ku hejmara wan niha herî kêm dighîjê 4 mîlyonan ji bo berê xwe nedin Ewropayê, di serî de Almanya gelek welatên Ewropa ji alî aborî ve piştgirî didin dewleta Tirk. Avahiyên ku li herêmên dagirkirî qaşo ji bo sîvîlan tên amadekirin, ji aliyê Almanya û welatên din yê Ewropayê ve tên fînansekirin. Ew welat her wiha ji bo koçberên li Tirkiyê ne jî bi mîlyar euroyan piştgirê didin rejîma Erdogan. Erdogan van derfetan jî ji bo siyaseta xwe ya qirêj bikartîne. Bi rêya van piştgiriyan pêşî li têkçûna aboriya xwe digre.

Derfeta Erdogan ya ji alî aborî ne tenê piştgiriya Ewropayê ye. Ji ber ku Erdogan, ne tenê koçberan kişand Tirkiye. Bi tevî koçberan hemî sinayiyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dizî û hemûyan li Tirkiye bicîh kir. Niha li Helebê yek çerxeke karxaneyekî nazîvire. Ew çerxan hemû niha li Hatay, Dîlok û bajarên din yên li Tirkiyê dizîvirin. Ev çerxên sinayiya Sûriyê, hemû bi rêya dewleta Tirk û bi awayekî fermî hatine dizîkirin. Heyiyên zad û bexçeyên Bakûrê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî tên dizîn. Hemû zeytûnên Efrînê niha li cîhanê di bin marqayên Tirkiyê de tên firotin. Ev di sererastkirina aboriya Tirkiyê de derfetek mezin e û kêrî rejîma Erdogan tê.

BI RÊYA NÎJADPERESTIYÊ BINGEHA REJÎMA XWE QEWÎN DIKIN

Derfetek girîng jî karanîna koçberên Sûriyê ne. Niha bi mîlyonan koçberên ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ne û li Tirkiyê dimînin, bi erzaniyeke mezin û her wiha bi awayekî ne fermî dixebitin ku ev ji bo sermayedaran heyiyek nedîtî ye. Dewlet pêşî li vê bêqanûniyê nagire, heta piştgiriyê dide vê bêqanûniyê. Ango tiştên tê kirin ne ji rêzê ne û dijqanûn e. Ev bêqanûnî bi hewldanên rejîma Erdogan tên ferzkirin û ev yek nîjadperestiya li Tirkiyê jî xurt dike. Heke îro li Tirkiyê ji bilî Kurdan û netew û gelên din yên Tirkiyê, ji ser koçberan jî siyasetek nîjadperest tê domandin, sedemek jî ev siyaseta qirêj e. Rejîma Erdogan koçberan bi erzaniyek mezin, ango wekî koleyên nanoziko dide xebitandin. Ev ji alîkî ve dijminahiya li nav karkeran jî mezin dike. Yên nagihîjin siyaseta rastiyê, wiha pê dizanin ku sedema xizanî û bêkariya wan koçber in û dijminahiya koçberan dikin. Ev niha yek ji xala herî girîng ya siyaseta Tirkiye ye. Gelek partiyên nîjadperest û Tûranîst bi rêya koçberan nîjadperestiyê mezin dikin û dixwazin bi konsolîdasyona gel bingeha siyaseta xwe ya qirêjî qewîn dikin.

ERDOGAN KOÇBERAN JI BO PÊKANÎNA 'NEO-OSMANIYÊ' BI KAR TÎNE

Di bikaranîna koçberan de armanca herî mezin a dewleta Tirk, siyaseta dagirker û kolonyalîst ya Neo-Osmanî ye. Rejîma Erdogan ji sala 2011'an heta niha li Rojhilata Navîn bi vê siyaseta xwe tev digere. Bi rêya siyaseta Neo-Osmanî, du armancên wê hene. Yek jê, bêstatukirina Kurdan e, ya din jî berfirehkirina xaka Tirkiyê ye. Dixwaze Peymana Enqereyê ya sala 1926'an hilweşîne û careke din 'Mîsaqî Mîllî' pêk bîne. Eger ev armanca wê pêk were, ew ê ji Efrînê heta Kerkûkê hemû herêman îlhaq bike û axa Tirkiyê berfirehtir bike.

Mixabin, ev siyaseta qirêjî jî ji dewletên rojavayî piştgiriyê digire. Derdê dewletên rojavayî berjewendiyên wan e. Piranî jî çav berdane gaz û nefta herêmê. Bi taybet piştî şerê Ukraynayê dixwazin xeteke nû vekin û gaz û nefta Rojhilata Navîn bê pirsgirêk bikişînin Ewropayê. Ji bo vê armanca xwe pêk bînin jî, Erdogan ji bo wan partnerê herî baş e. Erdogan lawaz e. Dixwazin ji lawaziya wî derfetê bigirin. Ji bo vê yekê jî çav li êrişên dagirkeriyê digirin. Çav li sûcên şer digrin. Çav li binpêkirina mafan digirin. Erdogan bi her cure çekan êrişî gelê Kurd dike. Başûrê Kurdistanê dagir dike. Çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyewî bombebaran dike. Lê yek dengek ji van welatan dernakeve. Diyar e, ji siyaseta qirêjî ya Erdogan sûdê werdigirin. Ji ber vê yekê jî li hember Erdogan bê deng in, ji siyaseta wî ya qirker û nîjadperest re piştgir in.

JI BO SERKEFTINEKE MAYÎNDE PÊWÎSTÎ BI XURTKIRINA RÊYA SÊYEMÎN HEYE

Erdogan jî ji piştgiriya rojavayiyan sûdê werdigire. Xwe wekî yekî bihêz nîşan dide. Welatên rojavayî û Erdoganê lawaz, bi vî awayî xwe qewîn dikin. Her du alî hev temam dikin.

Bê guman, siyaseta ku Erdogan dimeşîne, ne tenê ji bo Kurdan xetere ye. Erdogan, cendirmeyê siyaseta kolonyal a welatên rojavayî ye û eger ev alî di armancên xwe de bir ser bikevin, pêşeroja hemû gel û baweriyên li hêrêmê dijîn, dikeve xetereyê. Ev yek jî tenê bi siyaseta Rêya Sêyemîn dikare têk biçe. Heke siyaseta Rêya Sêyemîn û destkeftiyên vê siyasetê li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rohilatê Sûriyê pêk nehatana, Erdogan û şîrîkên wî heta niha bi dehan car bi ser ketibûn.

Siyaseta Rêya Sêyemîn bi berdêleke giran be jî pêşî li qirêjiyan girt. Niha pêwîstî bi parastin û pêşketina vê siyasetê heye. Ji bo ku azadiya gel û baweriyan bi ser bikeve, ji bo wekhevî û demokrasiya radîkal bi ser bikeve, ji bo ku azadiyan jinan bi ser bikeve, ji bo ku xweza û pêkhateyên herêmê li gorî zanistê werin parastin, pêwîstî bi pêşxistina siyaseta Rêya Sêyemîn heye. Hemû gel û baweriyên cuda yên herêmê mecbur in bi yekdengî dijberiya siyaseta kolonyal a Neo-Osmanî bikin û pêşî li armancên Erdogan bigirin.

ANHA