​​​​​​​ Rûspiyê eşîreke Ereban bêdengiya Komkara Erebî rexne kir

Rûsiyê eşîra El-Ceabat a Reqayê bêdengiya Komkara Erebî li hember projeya mêtîngeriyê ya dewleta Tirk li herêmên dagirkirî rexne kir û got, “Komkara Erebî ji destpêka aloziya Sûriyê ve bêdeng e.”

​​​​​​​ Rûspiyê eşîreke Ereban bêdengiya Komkara Erebî rexne kir
19 gulan, 2022   04:33
REQA- EHMED EL-ESAF

Dewleta Tirk a dagirker guhertina demografiya herêmên dagirkirî didomîne. Di wê çarçoveyê de herî dawîn bi destekdayîna hin welatên Ereban wekî Qeter û Kiwêt ku avahiyên mêtîngeriyê li herêmê dagirkirî ava dike. Ew welatên destekê didin wê projeyê, îdia dikin ku ew dixwazin îstiqrarê ji gelê Sûriyê re peyda bikin.

Rûspiyê eşîra El-Ceabat a Reqayê Yûsif El-Esed têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha axivî: “Bicihkirina milyonek penaberên sûrî, projeyeke nû ya mêtîngerî û dagirkeriyê ye, armanc jê guhertina demografiyê û temamkirina projeyên berê li Sûriyê ye. Tevahî cîhan armacên wê dizanin lê dîsa jî bêdeng in.”

'BÊDENGIYA DEWLETÊN EREB TIŞTEK NE NÛ YE'

El-Esed wiha domand: “Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve, penaberên sûrî wek kaxizeke zextê li dijî dewletên ewropî bi kar tîne da ku berjewendiyên xwe yên siyasî û leşkerî pêk bîne. Îro jî dixwaze projeya xwe ya osmanî bi rêya bicihkirina şêniyên Hums, Heleb, gundewarê Şamê, li gundewarê Hesekê, Efrîn û Idlibê temam bike. Ev guhertina demografiya herêmê ye.”

El-Esed bêdengiya Komkara Erebî rexne kir û got: “Bêdengiya wê ne tiştekî nû ye. Ji destpêka aloziyê ve bêdeng e. Dewleta Tirk destwerdana kar û barên gelek dewletên Ereban kir jê Lîbya û Iraqê ya ku niha hewl dide dagir bike. Lê Komkara Erebî têkildarî wê daxuyaniyek jî neda û ev destwerdan şermezar nekir.”

MALÊN HEMÛ SÛRIYAN HENE, AVAHIYÊN MÊTÎNGERIYÊ JI BO ÇI NE?

Her wiha El-Esed di dewama axaftina xwe ev pirs kir: “Çima Qeter û Kiwêt di avakirina avahiyên mêtîngeriyê de desteka Tirkiyê dikin. Çima dewletên Ereban rolek di çareserkirina aloziya Sûriyê de nelîst da ku ew penaber vegerin cih û warê xwe?”

El-Esed daxuyand ku heke dewleta Tirk di mijara vegerandina penaberên sûrî de cidî ye, çima wan venagerîne warên wan û wiha pê de çû: “Malên hemû sûriyan hene. Çima penaberan venagerîne wir? Çima avahiyên mêtîngeriyê li axa şêniyên ku ji ber siyasetên wê neçarî koçberiyê bûne, ji wan re ava dike?”

El-Esed dewletên Ereban ji ber xeteriya siyasetên dewleta Tirk a dagirker hişyar kir û got: “Divê gelên herêmê li hember dagirkeriya Osmaniya nû ya ku vîna gelên herêmê dik hedef, hevgirtî bimîne. Vîna gelê me ji planên wan xurttir e.”

El-Esed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku eger îro ev yek li Serêkaniyê, Efrîn û Idlibê pêk tê, sibê dê li Rojhilata Navîn bi giştî be, divê ev dewlet ji xefleta xwe şiyar bin.

(şx)

ANHA