Xeza.. derengmayîna xebatên jinûve avakirinê rê li vegera şer vedike

Tevî ku salek di ser şerê vê dawiyê yê li Xezayê re derbas dibe ku li wir wêrankariyeke mezin çêbû, lê Xebatên jinûve avakirinê jî giran dimeşe û rastî gelek astengiyan tê. Ev jî dibe sedem ku alozî çêbibe. Îsraîl ji bo ku zextê li komên Filîstînê bike rê nade madeyên avakirinê derbasî herêmê bibe.

Xeza.. derengmayîna xebatên jinûve avakirinê rê li vegera şer vedike
19 gulan, 2022   05:49
XEZA-OMER MÛSA

Piştî her şerekî giran ku li Xezayê rû dide, proseya jinûve avakirinê rastî astengiyan tê. Îsraîl weke zextekê li ser komên Filistînê rê li ber derbasbûna madeyên avakirin digire. Ew dixwaze bi vê yekê hin destkeftiyan bi dest bixe.

Li gor Wezareta Kar Û Niştecihbûna Giştî ya Xezayê, heta niha tenê ji sedî 13 ji herêmên ku ziyan dîtine hatine avakirin. Wekîlê wezaretê, Nacî Serhan dibêje ku Îsraîl ji bo çend armancên siyasî rê li ber proseya jinûve avakirinê digire.

Nacî Serhan ji ajansa me re got:"Ji hezar û 700 yekîneyên niştecihbûnê ku bi temanî hatibûn wêrankirî tenê 200 hatine avakirin û ji 60 hezar malên ku beşî ziyan dîtine jî ji sedî tenê 70 hatine avakirin."

Nacî Serhan diyar kir ku ji bo avakirina hezar û 300 malên bi temamî wêranbûne li Xezayê pêwîstî bi 150 milyon dolar heye, 70 hezar mal jî ziyan dîtine, her wiha ji bo ji nû ve avakirina binesazî û beşa niştecihbûnê pêwîstî bi 292 milyon dolar heye, ji bo geşepêdana giştî jî li Xezayê pêwîstî bi 3 milyar dolarî heye.

Serhan destnîşan kir ku hejmara welatên alîkarî di prosya jinûve avakirina Xezayê de dikin kêm bûye, tenê Misir û Qeter alîkarî didin, Erebistana Siûdî, Kiwet, Oman û Îmarat vê carê alîkarî nedane.

Di heman demê de şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bandor li proseya jin ve avakirinê kiriye.

Serokê Miqawilên Filistînê Elai El-Erec ji ajansa me re got: " Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de bandoreke neyînî li proseya jinûve avakirina Xezayê kiriye. Nirxê madeyên avakirinê ji sedî 30 bilind bûye, her wiha kompanyayê miqawiltiyê li Xezayê kêm bûne."

DERENGMAYÎNA AVAKIRINÊ RÊ LI BER GURBÛNA ŞER VEDIKE

Di nava çend salên dawî de, derengmayîna jinûve avakirinê û astengiyên Îsraîlê, bûne sedema vegera şer.

Îsraîl dibîne ku her şerek ziyaneke mezin digihîne Xezayê, ev yek dihêle ku komên Filîstînê gurbûneke nû pêk neyînin, ji ber wê proseya jinûve avakirina Xezayê asteng dike.

Li aliyê din komên Filistînê di serî de Tevgera Hemas li pêşiya xwe bijardeyên zehmet dibînin, dibe ku berê xwe bidin gurbûnê da planên Îsraîlê têk bibin. Endamê polîtburoya siyasî ya Tevgera hemas Mehmûd El-Zahir ji ajansa me re diyar kir ku ew red dikin ku Îsraîl ji bo dîlên xwe yên di destê tevgerê de prosya ji nû ve avakirinê asteng bikin.

(şt)

ANHA