MÛCÎZEYA PKK`ê II.

MÛCÎZEYA PKK`ê II.
19 gulan, 2022   00:22

Rêya têgihîştin û kûrbûna li ser babet û mijaran teorî ye. Yekemîn rêberê tevgerên beerxwedana Kurdan rêber Ocalan di aliyê teorîk de derket û berhem danîn holê. Têkoşîna 50 salî û gihîştina qonaxa îro jî, girîngiya teoriya rêber Ocalan eşkere dike. Ji ber ku ev teorî, bi sentezkirina kultura Kurd, wek felsefeyekê derketiye holê.

Felsefeya Rêber Ocalan, Tewrata berxwedana gelê Kurd ya şoreşgerî ye. Bêguman, mînaka Tewratê ji bo têgihîştin û fêmkirinê ye. Têgihîştin, aysberga bedena mirov e. Felsefaya rêber Ocalan, kurdê di gora betonî de binaxkirî derxist û zindî kir. Civaka Kurd di aliyê ruhî û mêjî de rakire ser lingan, di stewandina  paşerojên azad de bi biryar kir, wek pola derxiste holê.

Piştrî şehîdkirina Hakî Karer, rêber Ocalan bi pêşbiya avakirina partiyê derkete holê. Ev jî tespîkirina pêşketina zereyên atomê yên dewlemendiya gerdûnî ye.  Vê jî ruhekî nû da tevgerê û wek Tevgera Azadiya Kurdîstanê derkete holê. Bi vê gava dîrokî hate destnîşankirin ku bişaftin, asîmîlasyon û bi demê re tunekirin û helandina gelê Kurd ne  xwezayî ye, encama siyaseta aşûfteyî ye.  Ev gava dîrokî bû qonaxek nû û rêyeke nû ya  berxwedanê destnîşan kir. Ji tevgerên ciwanan veguherî tevgereke gelan.

Yanî, bersiva materyalîzma diyalektîk hate dayîn. Plan û program heye, hêza rêxistinkirî ya teorîk û pratîk heye. Karên ku heta wê rojê Hakî Karer û hevalên wî kiribûn, pratîka nîşan dabûn bû bingeha  vê gava dîrokî. Pratîka Hakî Karer û gotina rêber Ocalan “Hakî Karer giyanê min yê veşartî ye” dide xuyakirin ku karên fîzîkî û rojane, nirxandinên li ser pêşketinên rojane, tevgera kontra-komployên dewletê, bûne labîrenta destnîşankirina rêya berxwedanê. Berxwedan jî tenê bi avakirina partiyekê ku gelên li Kurdistan û Tirkiyê teva hembêz bike; di pêvajoyê de bandore li  hemû gelên herêmê û kesayetên şoreşger û hişmendiya kesayetên cûda yên cîhanê bike. Têgiştina bûyeran, li gorî mantiq jî pêdivî bi avakirina partiyê hebû.

Bawerî bingeha hemû afirgeriyên zanistî û şoreşgerî ye. Astengiyên li pêşiya Tevgera Apoyî, yan jî Tevgera Talebeyan tenê bi avakirina partiyekê dikaribû werin berterefkirin. Avakirina partiyê, bawerî û qinyatek mezin da ciwanan û da komên xelkê. Rewşa drametîk ya belabûyî, ji holê hate rakirin. Wek Einstein qala kêşa navendî ya parçeyên atomê dike; Partî bû kêşe û navenda parçe û grubên belabûyî, bû bingeha plan û programeke nû. 

Dewlet, pêre pêre kete nava tevgerê li hemberî pengava dîrokî, tevgera kontra-komployê bi hêz kir. Sê tişt kirin, hêzên kontr-gerilla di nava leşker de û di nava civaka Kurd de pêş xistin. Di nava leşker de JITEM ava kir, di nava civaka Kurd de, sîstema cerdevanî û çeteyan ava kir, di nava partiyên Kurd de hevkar peyde kirin. Bi vî rengî, pêşdîtina rêber Ocalan ya pêkanîna têkîlî û hevkariya gelan (têkiliya bi Hakî Karer û Kemal Pîr re) asteng kir; bi rêya kontra û partiyan jî dîwarekî qalind li pêşiya yekîtiya neteweyî ava kir.

Kiryarên JITEM`ê, cerdevanan baş têne zanîn û di ezberê her kesî de ne. Lê, kiryarên partiyên Kurd, yan jî sofîk-partiya îslamî ya Kurd li Êlihê hate damezrandin di çarçoveya zembereka saetê de hatin bikaranîn. Sofîkên bi navê îslamê haraket dikirin, newî çeteyên DAIŞ`ê bi satorê û bêbextên ji paş ve li welatparêzên Kurd didan û dikuştin. Cûreyê robetên kuştinê..! Beşekî din yê Partiyên Kurd hebû ku li welat û derveyî welat, bi dosyayên bêbextî, nîq, teşqele û rêşkirinê kar dikirin. Ev kar, naveroka romana gidîtî û ketîbûnê ye. Dirandina damarê exlaq e, wek Ereb dibêjin karekî aşûfteyî ye..! Krîpto partî, yan jî pax monopola xwekuştinê..!

KARAKTERÊ BÊ KARAKTER..!

Ev tîpeolojiya, mirovê ketî ye û di nava Kurdan de, mixabin wekî “tîpolojî” derkete holê. Ev mijara romanan e û lehengên vê romanê jî dikare ev tîp bin. Ev tîp her dem têkildarî dijmin bûne û Kurd jî vê yekê wek xiyanet binavdikin.

 

Ev tîp, berhemên du tiştan e; yek tirs e, ya din jî berjewendî ne. Her du jî tîpê ketî diafirînin. Dîroka Kurdan mixabin bi van tîpan dagirtî ye, wek damxeyek reş û beloq e..!
Ev parçeyek ji sîyeta “Tevnepîrk”ê û “Dojehê” ne..! Ev her du bîrdozî di zanista aborî de hene û rê li ber her cure pêşketina civakan digirin. Bingeha kerûlalkirinê, korûşatîkirinê ne. Çar kiryar, kerî, lalî, korî û felckirin, mirov bi saxî dimirînin, şulûşatî dikin. Ev jî di aliyê aborî, civakî û siyasî de civakan tune dikin.

 

Lê manîfestoya rêber Ocalan li hemberî her cure birîndarî û tunekirinan reçete bû û dewama berxwedanê bû. Kuştina Hakî Karer û êrîşên li hemberî Tevgera Apoyî bi armanca tunekirina afirgeriya bi pêşengiya rêber Ocalan hatibû kirin bû. Careke din, xeyalên Kurdistana azad, binaxkirina di gora betonî de bû.

BIRYARDARÎ, BIJARTIN E Û DESTNÎŞANKIRINA ÎRADÊ YE.  

Eger rojekê ansîklopediya siyasî ya Kurdîstanê were nivîsandin, ev tîp wê xaleke standard be û wek beşekî ji pan-têrkîstan werin nivîsandin. Di ajansên Kurdî de (16.5.2022), nûçe-şîroveyek li ser aboriya Tirkiyê  û desteka Herêma Başûrê Kurdistanê hatibû weşandin.  Nûçeşîrove, di aliyê nirxandina sosyolojîk de balkêş e.

Balkêş bû û bi mijara me ve girêdayî ye. 

Wiha dibêje; “Aboriya dewleta Tirkiyê, xwe bi dahata nefta Herêma Kurdistanê li ser lingan digire. Dewleta Tirk di rewşek zehmet ya aborî de derbas dike, li aliyek nirxên  lîreyê Tirkî  dikeve,  li aliyê din,  mesrefên  desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo êrişên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, aboriya welat têkbiriye.  Beşek ji dahata nefta Herêma Kurdistanê xistine xizmeta desthilatdariya Erdogan û xwe li ser lingan digre. Siyaseta Erdogan ya 20 salan, aboriya welat têk biriye. Dewleta Tirk, ji tevahiya dîroka xwe ya sedsalî zêdetir deyndar bûye. Li gorî gotinan, deynên Tirkiyê, nêzîkî 500 mîlyar dolarî  ne. Erdogan destê xwe avête Başûrê Kurdistanê û bi peymaneke PDK`ê ya 50 salî,  dahata nefta Herêma Kurdistanê dibe.

Aborîzanên Tirkiyê dibêjin, hatina Tirkiyê, 90 milyar 917 milyon û 833 hezar dolar in.  Lê siyaseta şer, salane, 103 milyar 336 milyon û 714 hezar dolar in. Her sal, ev mesraf,  ji hatina Tirkiyê 2 qatî, 3 qatî zêdetir dibe û Tirkiyê deyndar dibe. Lê nefta Herêma Başûrê Kurdistanê, bûye hawara Erdogan.

Serokê desthilatdariya Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî diyar kir ku, mehane 350 milyon dolar ji dahata neftê dixin ser hesabê bankê yê wezareta darayî tê razandin. Barzanî, diyar nekir ku beşa din ya dahata neftê diçe kuderê. Herêma Kurdistanê,  rojane zêdetirî 420 hezar bermîl neftê  derdixe û mehane zêdetirî 900 milyon dolarî dike. Li gorî hejmara ku Mesrûr Barzanî daye, 550 milyon dolar yên dahata neftê winda ye.

Çavdêrên siyasî û aborî dibêjin, lihevkirinek 50 salî ya Erdogan û Malbata Barzanî heye û ev lihevkirinê veşartî ye. 550 milyon dolar, dahata neftê diçe Tirkiyê. Ji bilî vê, bazara Herêma Kurdistanê jî ketiye destê şirketên Tirkiyê. Rêveberê Giştî yê Tomarkirina Kompanyan Bilind Mihemed eşkere kirî, li herêmê 3.315 şirketên biyanî hene, 1.414 şirket ên Tirkiyê ne. Ya girîng, hinardekirina gaza herêmê ye. Eger gaza herêmê bi riya Tirkiyê werê derxistin, ji bo herêmê metirsiyek cidî ye. PDK jî, pêşengtiya vê metirsiya mezin  dike. Desthilatdairya Iraqê û gelê Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dide.

Pispor dibêjin; Eger lihevkirina gaza xwezayî li gel Tirkiyê were îmzekirin, wê temamî dahata Herêma Kurdistanê bikeve xizmeta dewleta Tirk. Ji ber vê yekê, dewleta Tirk,  êrişên dagirkirina xaka Kurdistanê zêdetir kirine. Dewleta Tirk, di sala 2021ê de, ji sedî 15'ê bûdçeya dahata Tirkiyê ji bo şer veqetandiye û ev jî  dike 10 milyar dolar.

Navenda Lêkolînên Stockholmê, destnîşan kir ku dewleta Tirk, îsal 17.7 milyar dolar ji bo êrişên leşkerî û pêdawîstiyên leşkerî xerc kirine. Ev xerciya leşkerî li ser asta cîhanê,  rêjeya herî zêde ye. Di nava 10 salên dawîn de, Tirkiye xerciya leşkerî ji sedî 86 zêde kiriye. Xerciya leşkerî, Tirkiyê xistiye nava qeyrana aborî.

Mixabin ev xerciya zêde, bi saya PDK`ê ji  Başûrê Kurdistanê diçe Tirkiyê.”

Nûçe-şîrove eşkere dike ku dewleta Tirk pereyên nefta Kurdan, di şerê taybet yê tunekirina Kurdan de bikar tine.  Ev dîrok e..!

Eger em qala dîrokê dikin, divê em di aliyê sosyolojîk de jî, li ser hin bûyerên din jî rawestin. Ji ber ku hin bûyer didine xuyakirin ku “tunekirina mirovaniyê”, “halî meczûb” ye mirovbûnê heye. Kotîk e..! Dilsozî, wefa, nirx, pîrozî, rebazên mirovî ji holê radibe. Trajediya trajediyan e..! Ev jî protreya xiyaneta li Kurdistanê, mîsyona  xayinan ya li hemberî paşerojên Kurd û Kurdistanê nîşan dide.  

Ajansa nûçeyan ANF, bi sernavê; Xwînxwariya xiyaneta PDK'ê: Komkujiya Hewlêrê û dewam dike; (12 Gulan`ê 2022) weşand dibêje; 16'ê Gulana 1997'an, hunermend, rojnamevan, siyasetmedar, gerîlayên birîndar yên dihatin dermankirin û sempatîzanên PKK'ê yên ji Başûrê Kurdistanê, bi hevkariya PDK û MÎT'ê li Hewlêrê bi rengekî hovane hatin kuştin.

16'ê Gulana 1997'an bûyerên li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê qewimîn, bi strana 'Hewlêr' a hunermendê şoreşger Hozan Serhad di hişê gelê Kurd de cih girt. Hozan Serhad ku 10'ê Tîrmeha 1999'an ji aliyê dewleta Tirk ve hate şehdîkirin, demek beriya şehadeta xwe, bi vî navî albûmek di nava mercên giran yên çiyê de çêkir. Di vê strana xwe de wiha dibêje; "Hewlêr, jinûve dayik bû/ Hewlêr, bipêt û agir bû/ Agirê dilê xortan, navmirinê kir jiyan/ Hewlêr agirê dilê keçan navmirinê kir jiyan/ Hewlêr, namîne wek caran/ Wê bibe gora xayinan/ Hewlêr, namîne wek caran/ Wê bibe gora xayinan/ Bi xwîna Helîn û Salihan/ Geş dibin çîçek û sorgulan/ Geş dibin çîçek û sorgulan”

Di roja duyemîn ya sefera dagirkeriya artêşa Tirk de, ku bi 100 hezar leşkerî bi navê 'Operasyona Çekîç' da destpêkirin, danê êvarî, PDK'ê bi hemwextî, li Hewlêrê avête ser saziyên Tevgera Azadiya Kurd. Avêtin ser nexweşxaneya Heyva Sor ya Kurdistanê, YAJK, YNDK, NÇM, buroyên Med TV, avahiya rojnameyên Welat û Welatê Rojê û her kesên li wan rast hatin gulebarankirin, girtin û bi êşkencê kuştin.

Li gorî belgeyên ji aliyê RojNewsê ve hatin weşandin, wê rojê 83 kes hatin kuştin, yan jî windakirin. Lê hejmara şehîdan hînê jî nayê zanîn.

Çend roj piştî komkujiyê, Radyoya Dengê PDK'ê nûçeyek weşand û got, "Li Hewlêrê 300 PKK'î hatin kuştin." Ji vê nûçeyê jî tê fêhmkirin ku wê rojê, li Hewlêrê ne tenê kadro û birîndarên PKK'ê, gelek mirovên ji Başûrê Kurdistanê yên dilxwazên PKK'ê  jî hatine kuştin.

Hewlêr wan salan bûbû qada şerekî giran yê navbera PDK û YNK'ê. Piştî ku PDK'ê di 31'ê Tebaxa 1996'an, bi piştgiriya artêşa ıraqê ya Saddam Huseyîn, Hewlêr ji YNK'ê stand.

POTANSIYAL ÎXANET..!

Defacto û xweseriya federal ya Herêma Başûrê Kurdistanê, ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê, veguheriya herêma tempon. Lewma min gotina potansiyal îxanet bikar anî û dewam dikim; Peymana Sykes-Pîcot, Kurdistan parçe kir û dewletên tempon avakirin. Piştî sed salî, dewletên tempon ku wek netewe-dewlet hatina avakirin, bersiv nedane sîstema capitalist. Lewma Emerîka di dagirkirina Iraqê de pêdiviya “defacto herêman” dît. Piştî raperîna gel ya ‘91-’92, Emerîka, YNK û PDK`ê anîne cem hev û herêma tempon teslîmî wan kir. Defactoya bi raperîna gel hate standin, bi destê Emerîka û weke herêma tempon hate sazkirin û radestî her du partiyan kir. 13 sal in ku Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê bi erênîya Neteweyên Yekbûyî hatiye avakirin, lê dewleta Tirkiyê, hîna fermîyeta herêmê erê nekiriye û dijminatiyek kûr û dirrindeyî dike. Balkêş e, ev dijmin, hevkarê partiya desthilatdar ya PDK`ê ye. Balkêş e, dewleta Tirkiyê fermîyeta hevkarê xwe desthilatdariya wê erê nekiriye, lê peymanên 50 salî bi wan re imze dike; dema dixwaze, welatparêzên Kurd li Hewlêr û Silêmaniyê dukije, dema dixwaze hevkariya wan digire û êrîşî Tevgera Azadiya Kurd dike; baregehên leşkerî li herêmê ava dike.

Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê ne ji bo Kurdan, ji bo hêzên artêşa Tirk hatiye avakirin. Referandûma li herêmê jî bi destê dewleta Tirk veguheriye reformasyona dagirkeriyê.

REFORMASAYONA DAGIRKERIYÊ, NAVÊ NÛ YÊ TUNEKIRINA GELÊ KURD E..!

Em dewam dikin; Têkiliya PDK`ê, bi dewleta Tirkiyê û Iranê re, di sala 1965`an de dest pê kiriye û heta îro dewam dike. PDK, di her serdemê de bûye hevkarê Îran, Iraq û Tirkiyê; hem ji bo wan kar kiriye, hem hêzên van dewletan li dijî partiyên Kurdan yên muxalîf bi kar anîne. Ev formulasyona êş û trajediya Kurdan e û bi dijwarî dewam dike.

Li Tirkiyê, ji bo Ewropa, 100 sal temenê dewleta tempon heye, li Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê jî ji bo Kurdan 30 sal temenê herêma tempon heye. Tempon hale Kurdan, trajediya di nava trajediyan de ye. Ev jî tunekirina cewherê Kurdîtiyê ye. Aktorên li herêma tempon, îmaja nû ya dagirkirina Kurdistanê ye.

Lewma mûcîzeya PKK`ê girîng e, ji bo paşerojên Kurdistanê hêvî ye û destnîşankirina asoyên nû ye.

Mûcîzeya PKK`ê I