ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-05-2022
18 gulan, 2022   23:00

-Şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê têkildarî tecîrda li ser rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyekê didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvedanê ya li dijî êrişên dagirkerî û xiyanetê ya li navçeya Dirbêsiyê di roja çaremîn de dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bi şêx û rûspiyên navçeya Holê re dicive, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Amûdê bi boneya 18'ê Gulanê Roja Şehîdan, civînekê li Hola Kerem li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Sazkirina Peymana Civakî bendên peymanê bi şêniyên Girkê Legê re nîqaş dike. Civîn li Hola Sendîqeya Karkeran tê lidarxistin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Îsrafîl Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi bicikirina miylonek penaberên Sûriyê li herêmên dagirkirî dixwaze 'Mîsaqî Millî' pêk bîne û bang li Konseya Ewlekariyê û rêxistinên hiqûqî kir ku li hemberî vê projeyê bi erka xwe rabin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayikên şehîdan û jinan ji kantona Qmaişlo tecîrda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li jinan û rêxistinên jinan kir ku destekê bidin berxwedana li Îmraliyê û li dijî siyasetên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan serî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û derhênerê şanoyê Dehan El-Setam diyar ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca firekirina qada dagirkirî û têkbirina aramiya herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mamosteyê kîmyayê Mistefa Kihêl têkildarî bikaranîn çekên kîmyewî li dijî gerîla, da xuyakirin ku çekên kîmyewî bi armanca qirkirinê têne bikaranîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûsiyê eşîra El-Ceabat a Reqayê bêdengiya Komkara Erebî li hember projeya mêtîngeriyê ya dewleta Tirk li herêmên dagirkirî rexne kir û got, “Komkara Erebî ji destpêka aloziya Sûriyê ve bêdeng e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Beriya ku Bihara Ereban dest pê bike, têkiliyên Erdogan û Esad bi her cureyê bi pêş ketibûn. Civata wezîran pêk ve çêdikirin. Bi malbatî hevdîtin pêk dianîn. Diyar e ya ku Erdogan û Esad nêzî hev dikirin, dijminatiya li hember Kurdan bû.

- Rêya têgihîştin û kûrbûna li ser babet û mijaran teorî ye. Yekemîn rêberê tevgerên beerxwedana Kurdan rêber Ocalan di aliyê teorîk de derket û berhem danîn holê. Têkoşîna 50 salî û gihîştina qonaxa îro jî, girîngiya teoriya rêber Ocalan eşkere dike. Ji ber ku ev teorî, bi sentezkirina kultura Kurd, wek felsefeyekê derketiye holê.

JIN

- Endama komîteya teng a Peymana Civakî Nûra El-Hamid diyar kir ku ji rêgezên bingehîn yên Peymana Civakî, jin saziyên xwe yên xweser ava bike û bi vîna xwe azad be û da zanîn ku Peymana Civakî parastina mafên jinê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Tevî ku salek di ser şerê vê dawiyê yê li Xezayê re derbas dibe ku li wir wêrankariyeke mezin çêbû, lê Xebatên jinûve avakirinê jî giran dimeşe û rastî gelek astengiyan tê. Ev jî dibe sedem ku alozî çêbibe. Îsraîl ji bo ku zextê li komên Filîstînê bike rê nade madeyên avakirinê derbasî herêmê bibe.

 ÇAND Û HUNER

-Nivîskarên ku beşdarî Pêşangeha Yekemîn a Pirtûkên Kurdî bibûn,diyar kir ku pêşangeh gaveke erênî ber bi pêşxistina xewendin û nivisandina bi zimanê kurdî ye ku bibe çand di nava kurdan de. Komîteya amadekar a pêşangehê diyar kir ku ew di salên bê de dema pêşangehê dirêjtir bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA