​​​​​​​Dayikên şehîdan: Azadiya rêber Ocalan azadiya hemû jinan  û gelên bindest e

Dayikên şehîdan û jinan ji kantona Qmaişlo tecîrda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li jinan û rêxistinên jinan kir ku destekê bidin berxwedana li Îmraliyê û li dijî siyasetên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan serî hildin.

​​​​​​​Dayikên şehîdan: Azadiya rêber Ocalan azadiya hemû jinan  û gelên bindest e
18 gulan, 2022   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi her êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê re, tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan  derbasî qonaxeke nû dibe. Rejîma Tirk bi domdarî hewl dide di şexsê rêber Abdullah Ocalan de Tevgera Rizgariya Kurdistanê tune bike.

Di vê dawiyê de deshtilata dagirkeriyê, hevdîtinên rêber Abdulllah Ocalan a bi parêzeran re heta 6 mehan qedexe kir. Her wiha desteya dadgehê daxwaza parêzeran a ji Dozgeriya Bursayê re di 29`ê Nîsanê de piştî bi dawîbûna qedexeya li ser parêzeran di 22`yê heman mehê de pêşkêş kiriye, red kir

Hemû hewldanên desthilata Tirk a dagirker ku rêber Abdullah Ocalan ji gelê wî dûr bixe, têk çûn. Şerîfe Hisên dayika Mordem Agirî ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de li dijî Efrînê sala 2018`an şehîd bûye, destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan sembola mirovahiyê ye û parêzvanê azadiya gelan û wiha domand: “Me soz daye ku heta azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk neyê, em ranwestin.”

`AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN, AZADIYA JINAN Û GELÊN BINDEST E`

Şerîfe Hisên behsa kurtejiyana kurê xwe şehîd Mordem Agirê kir û got: “Xwedî li fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan derket û li ser wê rêgezê gelê xwe parast da ku mafên xwe yên bindest bi dest bixe. Heta serokê me azad nebe, em dev ji berxwedana xwe bernadin.”

Her wiha Sultana Fetah dayika şehîd Xalid Xelef ê li navçeya Dirbêsiyê şehîd bûye, soza şopandina rêya kurê xwe û hemû şehîdan da.

Sultana Fetah bang li hemû jinên bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji koletî û zulmê rizgar bûne kir ku xwe li gorî rêgezên rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin bikin da ku azadiya fîzîkî ya wî pêk were û wiha pê de çû: “Ji ber ku azadiya jinan û gelên bidest, azadiya rêber Ocalan e.”

Dayika şehîd Hozan Kado Fatme Ehmed Xelîl êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: “Dewleta Tirk armanc dike her projeyekê ku fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan dike bingeh têk bibe, di nav de hedefgirtina vîna gelên ku li dijî siyasetên wî yên hovan tê dikoşin.”

Cîhan Ehmed a ji navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo, diyar kir ku siyasetên dewleta Tirk a faşîst ji girankirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan û bêdengkirina siyasetmedaran, rojnamevanan û hiqûqnasan destpê kirin.

Cîhan Ehmed anî ziman ku ew li dijî sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan e û dê wan komployan têk bibin û tecrîdê bi dawî bikin.

`DIVÊ KURD LI HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ BIBIN YEK`

Her wiha Cîhan Ehmed bang li gelê li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li hember komployên li dijî rêber Abdullah Ocalan bibin yek, li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker serî hildin û piştgiriya berxwedana li Îmraliyê bikin.

Mura Zoro ku ji navçeya Amûdê ye dewleta Tirk bi ehmeq bi nav kir û got: “Ew aloziya xwe ya hundirîn derbasî herêmê dike, nizane çawa jê xilas bibe. Heke tecrîd bi dawî bike û bihêle gelê Kurd mafên xwe pêk bîne, dê pirsgirêkên wê yên hundirîn çareser bibin. Ji ber li cem rêber Abdullah Ocalan kilîtên çareseriyên dozên Rojhilata Navîn hene.”

Mura got, divê zanyar, siyasetmedar û parlamenterên li Tirkiyê li dijî hikumeta Erdogan derkevin ku dengê gel bêdeng dike û kontrolkirina desthilatê red bikin.

Her wiha Mura Zoro destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi armanca jiholêrakirin û bidawîkirina destkeftiyên şoreşê hewl dide çavkaniyên berxwedanê yên di berxwedana Îmraliyê û hêzên gerîla de cih digirin hedef bigire.

Di dawiyê de Mura Zoro bang li rêxistinên jinan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan serî hildin û yekitiya jinan a çalak ava bikin ku dikare dewleta Tirk têk bibe.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HojKDJWKxlw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>