Ji promiyera ‘Rûpela Sor’ çend çavdêrî

Fîlma 'Rûpela Sor' ku jina şoreşger û kedkara çapemeniyê şehîd Nûjiyan Erhan bi rola wê ya sereke radibe, şoreş û civaka Rojava bi çavê keseke ku nû hatiye Rojava, nîşanî me dide.

Ji promiyera ‘Rûpela Sor’ çend çavdêrî
18 gulan, 2022   02:42
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Pêşandana filma 'Rûpela Sor' li Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo di 16'ê Gulanê  de pêk hat. Lîstikvana fîlmê ya sereke Nûjiyan Erhan e ku di 3'yê Adara 2017'an de li Şengalê di êrişa xiyanetê ya Pêşmergeyên Roj de bi giranî birîndar bûbû û di 22'yê Adara 2017'an de gihaşt şehadete û tevî wê her pênc lîstikvanên wê jî di têkoşîna azadiyê de jî gihaştin şehadetê. Piranîya tîma fîlmê şehîd bûne û ji bo filmeke metrajdirêj ku budçeya wê pir kêm e, bi awayekî mutewazî û bi çavkaniyên xwe yên sînordar hatiye kişandin lê têra xwe serkeftî ye.

Fîlm di sala 2016'an hate kişandin û rastiya wê pêvajoyê yekser tîne pêşberî temaşevanan. Şehîd Nûjiyan Erhan di rola sereke ya fîlmê wek Medya lîstiye û şerê li Rojava,  zor û zehmetiyên gel, yên ku zarok û dê û bavên xwe ji dest dane, êrişên çeteyan, heta qutbûna kehrebeyê bi çavê  jineke helbestvan a ku  ji Bakurê Kurdistanê hatiye Rojava, bêyî ku destê xwe bide tiştekî, vedibêje.

HER SEHNEYEK GELÊ ROJAVA NÎŞAN DIDE

Gelê Qamişloyê ji bo temaşekirina berhemeke şehîdên xwe, Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo bi coş tijî kir. Ji ber ku gel xwe di vê fîlmê de didît. Berteka dayika şehîdan ku dema helbestvan Medya li mala wê dima, dema ku kehrebe qut dibû, bertekên şervanên YPG-YPJ'ê yên li hemberî hevalên xwe yên ku xwarina wan xerab e, qîrînên zilamê ku hevjîna wî ya ducanî di êrişa li ser Şaredariya Qamişloyê de şehîd dibe, şervanên ku tevî ku di şer de gelek caran birîndar bûne jî israr dikin biçin eniyê...

Bi kurtasî, di her dîmeneke fîlmê de ken, girî û bertekên temaşevanan nîşan dide ku ew tê de xwe dibînin û pê re dijîn. Derhêner Dêrsim Zerevan di axaftina xwe ya beriya fîlmê de sedemên pêşandana fîlmê li Qamişloyê wiha rave kir: "Bi vî fîlmê em ê ji gelê xwe re bêjin 'Em mîrateya ku we afirandiye pêşkêşî we dikin!.” Bi kurtasî, fîlm rê dide me ku em bersivekê ji pirsa "Dema ez  bêm Rojava tiştên herî zêde  bandorê li min bikin dê çi bin?" peyda dike.

Derhênera 'Rûpela Sor' a ku saetek û 45 deqeyan dewam kir, Dêrsim Zerevan der barê fîlmê û dema çêkirina wê de ev agahî parve kir: "Me di sala 2016'an de 'Rûpela Sor' kişand. Wekî ku tê zanîn, şerê sala 2016 'an li Rojava di nava rewşeke gelekî zehmet de diqewimî. Enternasyonal ji Kurdistan û tevahiya cîhanê hatin vê derê û tev li vê şoreşê bûn. Di fîlmê de tevlêbûna jineke helbestvan a ji Bakurê Kurdistanê bi armanca piştgiriya şoreşa Rojava di warên leşkerî, çandî, hunerî û civakê de tê nîşandan."

‘FÎLMEKE BERHEMA GEL Û ŞERVANAN’

Derhêner diyar kir ku fîlm "berhema şervan û gelê Rojava ye" û li ser şehîd û hevalên xwe yên ku beşdarî fîlmê bûne, wiha got: "Hevalên Hebûn Ereb, Arîn, Basil, Şervan û Karker ku di fîlmê de cih girt, di nav de şoreşger, hunermend û rojnamevan Nûjiyan Erhan şehîd bûn. Bi keda wan ev fîlm hate kişandin. Em ekîbeke biçûk bûn. Di wê demê de derfetên me li Rojava kêm bûn, lê her kes bi ruhê huner û hezkirina şoreşgerî di nava vê xebatê de cih girt. Ev fîlm berhema şervan û gelê Rojava ye."

Dêrsim Zerevan der barê kesên li paş kamerayên 'Rûpela Sor’ dixebitin jî ev agahî da: "Em 5-6 kes di ekîba çêkirina fîlmê de bûn. Produktorên me Çîgdem Roj,  Ehmed  Feqe û Hejar Ehmed hevalên hev bûn. Hevalê Serhat Hulaku jî hem di montajê de hem jî di kişandinê de cih girt. Piraniya karên fîlmê bi hevalên me yên kastê re hatine kirin. Ev xebat karê hevalên jin bû. Niha jî Hîlala Zêrîn ji bo nîşandana  fîlmê li bajarên Rojava xebatên pêwîst  dimeşîne."

ÇIMA JI RÛPELA SOR?

Derhêner her wiha sedema lêkirina navê 'Rûpela Sor' jî vegot: "Wekî ku hûn jî dizanin li vê xakê berdêlên giran hatin dayîn, têkoşînên mezin hatin meşandin. Xwîn, xwêdan û hêstir rijandin. Helbesta ku di fîlmê de hatiye nivîsandin jî rastiya şoreşê nîşan dide. Ev rûpela ku ketiye dîrokê bi xwîna şehîdan û bi taybet yên ku li Rojava şehîd ketine, hatiye nivîsandin."

'BI HUNERA XWE XWEDÎLÊDERKETINA KEDA GELÊ ME RÛMET E'

Dêrsim Zerevan diyar dike ku ew bi kelecan in ku promiyera fîlmê li Qamişlo dikin û sedema vê kelecanê jî wiha vedibêje: "Ji ber ku em ê rastiya vê civakê û hewldanên wan bi wan re parve bikin. Em ê ji vî gelî re bêjin 'Mîrateya ku we afirandiye, tiştên we bi vî karê hunerê berdêl dane, em bi vî karê hunerê pêşkêşî we dikin'. Ji bo me hesta herî baş ev e. Belê, em îro li Qamişloyê nîşan didin, lê belê li hemû bajar û gundên Rojava planeke me ya nîşandanê heye. Ji bo me tişta herî girîng a birûmet ew e ku em bi hunera xwe fedakarî û keda gelê xwe biparêzin."

XELAT Û SPASÎ

Derhêner Dêrsim Zerevan diyar kir ku beriya niha li Almanya, Îtalya û Spanyayê û welatên din ên Ewropayê di mîhrîcanên fîlman de 'Rûpela Sor' hatibû nîşandan, lê belê ji bo promiyera li Qamişloyê bêhtir watedar dîtine û gotinên xwe yên beriya nîşandanê bi vî rengî bi dawî dike: "Ez vê fîlmê diyarî hemû dayikên şehîdan, şehîdên me û hemû şehîdên me yên di fîlmê de cih girtiye, dikim. Ez spasiyên xwe pêşkêşî YPG-YPJ, Ciwanên Şoreşger, Hîlala Zerîn û gelê me dikim ku tevkarî li fîlmê kirin."

Piştî hevpeyvînê derhêner vê carê li salonê xîtabî temaşevanan kir. Axaftina xwe bi bîranîna şehîdan û tevî bi tîlîliyên li gel çepikan bi dawî kir. Ji ber ku ew yek ji wan kesan bû ku herî baş dizanibû ku gelê Rojava li pêşiya wî ye û bi şehadeta zarokên vî gelî derfetên xwe gihandine afirandina xebateke bi vî rengî.

Me jî wekî gelek kesên din li ser lingan li fîlmê temaşe kir. Hunera aktorên ku pîşeya wan a sereke ne ew e, ji bo sînemaya kurdî hêjayî dîtinê ye. Wek kesekî ku demeke dirêj li Qamişloyê maye, min  di fîlmê de li cihên cuda gelek rûyên naskirî dîtin.  Wexta ku min dît ew di fîlmê de dilîzin, pê kêfxweş bûm.

Piştî fîlmê hevaleke min ez bi Cîhanê ku bi rola keçeke biçûk ku bavê wê şehîd bûye, radibe û bi dayika şehîd Basil ku yek ji lîstikvanên fîlmê e, dam nasîn. Her du jî dibêjin dema li fîlmê temaşe kirine, carinan kenîne û carinan jî giriyane.

'MIN GOT QEY KURÊ MIN SAX E'

Dayika şehîd Basim Hediya Fettah ku me ewilî mîkrofona xwe dirêjî wê kir, hestên xwe yên li ser fîlm anî ziman û got: "Dema min li fîlmê temaşe kir, ez gelekî kêfxweş bûm. Min hîs kir ku kurê min hê sax e, hem hestyar bûn û hem jî kêfxweş bûm.”

Di fîlmê de Cîhana biçûk ku wê demê keçeke biçûk bû û xwe bi me wek 'Cîhana keça şehîd Kadoz' da naskirin, bîranînên xwe yên bi şehîd Nûjiyan bi van gotinan tîne ser ziman: "Di tevahiya fîlmê de heval Nûjiyan her tim bi min re eleqedar dibû. Bi vî awayî min hîs nedikir ku em fîlmekê çêdikin. Dema min fîlm ewilî dît ez biçûk bûm, min tiştek fêm nekir, lê belê dema min niha dît, hema bêje giriyam. Di dema kişandina fîlmê de tişta ji min re dihat gotin min dikir û niha hesteke mezin e ku ez dibînim min tiştek kiriye. Di fîlmê de her tişt ji bo min rast bû. Heval Nûjiyan ji bo min mîna xwişkeke mezin, hevalekê bû. Her cara ku ji Şengalê dihat, dihat serdana me û me bi hev re dilîst. Her tim rûken bû."

'DIVÊ HER KES LÊ TEMAŞE BIKE, JI BER KU RASTIYAN NÎŞAN DIDE'

Cîhan ku her kesî vedixwîne temaşekirina fîlmê, wiha dibêje: "Ez dixwazim her kes li vê fîlmê temaşe bike, ji ber ku rastiyê nîşan dide. Wê demê li gelek cihan şer hebû. Zarok şehîd dibûn. Ew qas ku zarokan nikaribû bi ewle bijîn, bi taybet zarokên şehîdan."

Her wekî Cîhana biçûk jî dibêje, çi kesê dixwaze ji Rojava fêm bike, divê li vê fîlmê temaşe bike ku têkildarî Rojava gelek tiştan bi zelalî tîne pêş çavan.

ANHA