Peyama tecrîda girankirî û qedexeyan: Bêçareserî û şer

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal got “Girankirina tecrîda li Îmraliyê, destpêka her cure polîtîkayên siyasî, aborî û leşkerî yên bêçareseriyê ye.”

Peyama tecrîda girankirî û qedexeyan: Bêçareserî û şer
18 gulan, 2022   00:57
NAVENDA NÛÇEYAN - MÛRADA KENDA

Parêzer Newroz Uysal diyar kir ku qedexeya 6 mehan a parêzeran a li ser rêber Abdullah Ocalan bê wate û vala ye û tecrîd yekser girêdayî pirsgirêka Kurd e û divê têkoşîn jî li gorî vê yekê were domandin.

Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin. Ji 25'ê Adara 2021'an ve bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivîbû ku ew jî hatibû qutkirin û ji wê demê ve agahî jê nayê girtin. Di 12’ê Cotmeha 2021’an de 6 meh cezayê hevdîtinê lê hatibû birîn û berî ku ew biqede di 13’ê Nîsanê de careke din 6 mehan qedexeya hevdîtina parêzeran ferz kirin. Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji 7’ê Tebaxa 2019’an heta 16’ê Gulanê 352 caran daxwazên hevdîtinê kir. Ji 3'yê Adara 2020'an ve 115 caran malbatan ji bo hevdîtinê serlêdan kir. Heta niha tu daxwazên hevdîtinê bi erênî nehatine bersivandin.

Berevajî vê, 13'ê Nîsanê careke din heta 6 mehan qedexe kirin ku rêber Abdullah Ocalan parêzeran bibîne. Li gel êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di 17'ê Nîsanê de dest pê kirin, tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan jî bi qedexeyan re girantir kirin.

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal, qedexeya hevdîtina parêzeran a heta 6 mehan û polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî Kurdan ji ANHA'yê re nirxandin.

‘TECRÎD BI SALAN E BI RENGEKÎ SÎSTEMATÎK TÊ MEŞANDIN’

Li ser tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan Newoz Uysal diyar kir ku her çi qas sedem cuda bin jî tecrîd tê domandin.

Newroz Uysal destnîşan kir ku tecrîd li tevahiya şert û mercên girtîgehê belav bûye û got: "Em dizanên ka bi salan e çawa bi awayekî sîstematîk û dûrî hiqûq, exlaq û mirovahiyê tecrîd tê meşandin. Bi bidawîbûna Rewşa Awarte re ku Tîrmeha 2016'an li Tirkiyê hate ragihandin, serlêdanên me yên li Girtîgeha Îmraliyê bi temamî bê bersiv hatin hiştin an jî bi hinceta cezayên dîsîplînê biryarên qedexekirinê dan.”

Newroz Uysal got: "Piştî biryara qedexekirinê ya Îlona 2018'an, biryarên li dû hev bêyî ku li gorî rêziknameya di Qanûna Înfazê ya Ceza de bin, tên dayîn. Biryarên bêhiqûqî her tim dubare dikin û beriya bidawîbûna biryara qedexekirina parêzeran a 6 mehan, biryareke nû tê dayîn. Di 13'ê Nîsana 2022'yan de bêyî ku li benda bidawîbûna qedexeya 6 mehan a li ser hevdîtina parêzeran bisekinin jî, ku herî dawî di Cotmeha 2021'an de hat dayîn, biryareke nû dan."

Newroz Uysal diyar kir ku her çi qas tê gotin ku biryara dadgehê heye jî di rastiyê de pûç û vala ye û îşaret pê kir ku rêzikname rê nade vê yekê, lê belê ev biryar wek hinceta biryara dewletê ya tecrîd û îşkenceyê ya ji bo astengkirina hevdîtina parêzeran nîşan didin.

'BÊAGAHIYEKE MUTLEQ HEYE'

Newroz Uysal destnîşan kir ku xala herî girîng a li gelemperiya pêkanînên taybet ên dewletê yên li Îmraliyê, qutkirina pêwendiya bi rêber Ocalan re ye û got: "Ev gihaştiye asteke wisa ku wek parêzer û malabata wî tu agahiya me û ya raya giştî jê nîn e. Agahiya me ji tenduristiya wan, odeyên wan, bi hev re hevdîtinê dikin an na, rojname, TV, radyo hwd nîn e. Em bi bêagahiyeke mutleq re rû bi rû ne."

'ŞER Û TECRÎD LI GEL HEV DIMEŞÎNIN'

Newroz Uysal girankirina tecrîdê wek refleksa şerê ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd daye destpêkirin, nirxand. Newroz Uysal destnîşan kir ku di rewşeke wiha de dixwazin rêber Ocalan ku ji hêla fîzîkî an jî fikrên xwe ve xwe negihîne kesî û pêşî lê tê girtin.

QEDEXEYÊN LI DÛ HEV: POLÎTÎKAYA ŞER

Newroz Uysal diyar kir ku ev rewşa tecrîdê ya di şexsê rêber Abdullah Ocalan de tê ferzkirin, nîşaneya niyeta çareseriyê yan jî bêneçareseriyê ye û wiha dewam kir: "Bi heman awayî pêkanînên li girtîgehên, ji bilî Îmraliyê û zextên li ser siyaset û Kurdistanê bi şer re belav dibin. Ji ber ku girankirina tecrîdê ya li Îmraliyê, di nêzîkatiya neçareseriyê de xala destpêkê ya polîtîkayên siyasî, aborî û leşkerî ye. Dewamkirina van biryarên qedexekirinê, mesaja israra di polîtîkaya şer de ye, yanî nebûna çareseriyekê ye."

'BI TECRÎDÊ DIXWAZIN ÎHTÎMALA ÇARESERÎ Û AŞTIYÊ TUNE BIKIN'

Newroz Uysal diyar kir ku biryarên qedexekirinê yên li ser rêber Abdullah Ocalan, tecrîda ku bi salan e dewam dike girantir kiriye û bal kişand ser vî tiştî ku bandora rêber Ocalan a li ser çareserî û aştiyê, rol û hêza wî ya dîrokî li ber çavan tê girtin, armanc ew e ku bi tecrîdê îhtîmala çareserî û aştiyê ji holê rakin.

Newroz Uysal îşaret pê kir ku hebûna sîstema îşkence û tecrîdê bi xwe bûye astengiyeke herî mezin a li pêşiya îhtimala çareseriyê û got: “Lê belê girîng e dengê birêz Ocalan bigihêje gelê Kurd, raya giştî ya demokratîk."

'DIVÊ ÎMRALI WERE GIRTIN'

Newroz Uysal got: "Divê dawî li rewşa bêagahîbûnê bê" û anî ziman ku ev yek ne tenê bi rakirina qedexeya li ser parêzeran an jî malbatê pêkan e, her wiha divê Îmralî were girtin ku cihê sîstema tecrîdê ye.

Newroz Uysal wiha pê de çû: "Divê Birêz Ocalan azad bibe. Encax wê demê di çareseriya pirsgirêka Kurd de dikare qala polîtîkayeke rasteqîn bê kirin û hingî rewşa şer a li Rojhilata Navîn dikare biqede."

‘TÊKOŞÎN Û HESASIYETEK DÊ DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNE’

Newroz Uysal diyar kir ku hêza ku tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan ji holê rake, têkoşîna gelê Kurd e, hesasiyet û sekna derdorên demokratîk e.

Parêzer Newroz Uysal wiha dewam kir: "Ev, helbet serlêdanên hiqûqî yên ku parêzerên me kirine, piralî ne û berfireh in ku nikarin bi dîplomasiya hiqûqî werin derbaskirin. Helwesta dadgehên li Tirkiyê û asta saziyên hiqûqî yên navneteweyî bi zelalî aşkera dibe. Têkoşîna hiqûqî dewam dike."

'DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN'

Newroz Uysal wiha lê zêde kir: "Divê her cure xebat ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bên kirin. Tecrîda li ser birêz Ocalan yekser girêdayî pirsgirêka Kurd e û divê têkoşîn jî li gorî vê yekê bê domandin."