​​​​​​​Ferîd Etê: Hikumeta Şamê bi bêdengiya xwe hevkarê projeya mêtîngeriyê ye

Ferîd Etê bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember projeya bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û li ser daxuyaniyên hikumeta Şamê yên têkildarî yekitiya Sûriyê got: "Li ser erdê hikumeta Şamê berovajî gotinên xwe dike û bêdengiya wê jî nîşan dide ku hevparê projeya mêtîngeriyê ye."

​​​​​​​Ferîd Etê: Hikumeta Şamê bi bêdengiya xwe hevkarê projeya mêtîngeriyê ye
18 gulan, 2022   03:18
REQA-EHMED ESAF

Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya rêxistinên îxwanî yên Qeter û Kiwêtê, ji bo milyonek penaberên Sûriyê yên ji herêmên cuda yên Sûriyê, bi armanca tevlêkirina axa Sûriyê ji Tirkiyê re, avahiyên mêtîngeriyê  li herêmên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirine, ava kirin. Her wiha hikumeta Şamê ku îdia dike ku ew yekitiya xaka Sûriyê diparêze, lê ev daxuyanî li ser erdê nehatin bicihanîn.

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê helwesta hikumeta Şamê şermezr kir û got: “Hikumeta Şamê her tim teqezî bi yekitiya Sûriyê dike. Lê heta niha me tu helwesteke cidî li hember dagirkirin û qutkirina axa Sûriyê ya wê nedîtiye.”

Ferîd Etê diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve, siyaseteke ewlehiyê ya tirkî di navbera her du dewletan de heye û got: "Ev siyaset hîna berdewam e. Armanc jî dûrxistina opozîsyonê ji cewhera wê ku bi rêya koçberkirin û bicihkirina wan li herêmên din tê kirin, Tirkiyê îdia bike ku teror li vê herêmê tune ye.” 

Ferîd Etê îşaret pê kir ku ji bo guhertina demografiya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û rojavayê Sûriyê û bi bicihkirina penaberan lihevkirineke ewlehiyê di navbera hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de heye. Her wiha anî ziman ku heke hikumeta Şamê ji bo çareserkirina doza gelê Sûriyê cidî be, diviyabû demokrasiyê bide meşandin da ku ev doz bi awayekî giştî bê çareserkirin.

Her wiha Etê destnîşan kir ku penaberên sûrî yên ji Şam, Heleb, Hims û herêmên din, pêwîstiya wan bi avakirina avahiyên mêtîngeriyê li bakurê Sûriyê tune ye heta ku vegerin Sûriyê.

Etê bang li gelê Sûriyê kir ku vê komployê nas bike, timayên Tirkiyê li Sûriyê, Iraqê û Rojhilata Navîn heye û lihevkirinên ewlehiyê çareseriyan bi xwe re nayne.

Ferîd Etê wiha berdewam kir: “Sedema sereke ya berdewamkirina aloziya Sûriyê dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê ye ji ber ku tenê çareseriyên ewlehiyê yên demkî pêk tînin da ku doza Sûriyê çareser bikin.”

Ferîd Etê bang li sûriyan, muxalifan û siyasetmedaran kir ku bibin yek da ku aloziya welatê xwe li hundirê Sûriyê dûrî komployên navneteweyî mîna Cinev çareser bikin ku heta niha aloziya li welêt çareser nekiriye.

Her wiha Etê beriya xwe nirxandinên xwe bi dawî bike got: “Mudaxeleyên derve di kar û barên Sûriyê de di sêrî de dewleta Tirk a dagirker, li ser cografiya Sûriyê xeterî ye. Li herêmên dagirkirî ala Tirkiyê hatiye rakirin, danûstandin bi pereyên Tirkiyê tê kirin. Zimanê tirkî li dibistanan tê xwendin. ev bi giştî nîşana parçekirin û guhertina demografiya herêmê ye.”

Etê di dawiyê de got: “Divê gelê Sûriyê bi giştî fêm bike ku dagirker û mêtîngerî tu çareyan ji sûriyan re nayne. Ji xwe dîroka dewleta Tirk xuyaye ku tijî komkujî û qirkirin e. Divê sûrî li hember van planên mêtîngeriyê li ber xwe bidin.”

(şx)

ANHA