​​​​​​​PYD civîneke berfireh ji şêniyên Til Temirê re li dar xist

PYD’ê civîneke girseyî ji şêniyên Til Temirê re li dar xist, tê de pêdeçûnên dawî yên li herêmê hatin nîqaşkirin.

​​​​​​​PYD civîneke berfireh ji şêniyên Til Temirê re li dar xist
​​​​​​​PYD civîneke berfireh ji şêniyên Til Temirê re li dar xist
​​​​​​​PYD civîneke berfireh ji şêniyên Til Temirê re li dar xist
​​​​​​​PYD civîneke berfireh ji şêniyên Til Temirê re li dar xist
​​​​​​​PYD civîneke berfireh ji şêniyên Til Temirê re li dar xist
17 gulan, 2022   18:55
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civîneke girseyî ji welatiyên Til Temirê re li dar xist û tê de pêşdeçûnên siyasî yên li herêmê ji gel re hatin şîrovekirin. Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ednan Kalo rewşa siyasî ya li herêmê nirxand.

Kalo di axaftina xwe de behsa kamployên li dijî herêmê kir, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê bigire heta bi kiriyarên hikumeta Iraqê û lihevkirina wê bi hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê re li dijî Şengalê. Her wiha behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destwerdanên hikumeta Şamê yên li herêmê kir.

Kalo teqez kir ku bûyerên li herêmê rû didin, bi hev ve girêdayî ne û got destê van hemû hêzan tê de heye û dixwazin gelê Kurd têk bibin.

Kalo bang li gelên herêmê û PYNK’ê kir ku li dijî hemû astengî, zehmetî û êrişan têkoşîna xwe bilind bikin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Piştgiriya hêz û siyasetên xwe bikin."

Civîn bi pirs û bersivan têkildarî pêşdeçûnên dawî yên li herêmê bi dawî bû.

(fr)

ANHA