​​​​​​​Şêniyên Kobanê şehîd Birûsk oxir kir

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Salih Şêx Salih (Birûsk) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle hate veşartin.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê şehîd Birûsk oxir kir
16 gulan, 2022   13:54
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Salih Şêx Salih (Birûsk) li Goristana Şehîd Dicle oxir kir.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Birûsk dema erka xwe ya leşkerî li navçeya Sirînê pêk dianî, şehîd bû. Merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Paşê Hevserokê Gerînendeya Jîngehê ya herêma Firatê Arif Balî axivî û behsa rola şervanan di parastina xak û rûmeta gelan de kir.

Arif Balî wiha domand: "Gundewarên başûrê ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin şahîdê têkoşîna şehîd Salih in. Şehîd Salih her li pêş bû û girêdana xwe bi xak û doza xwe qut nekir heta ku gihaşt asta şehadetê."

Arif Balî banga xurtkirina têkoşînê li gel kir.

Paşê ji rêveberên Kongra Star a herêma Firatê Majda Hesûn ev tişt got: "Têkoşerên mîna şehîd Salih tirs di dilê dijmin de çand."

Her wiha Majda Hesûn di axaftina xwe de behsa êrişên li ser Kurdistanê kir û teqez kir ku xeta îxanetê ku PDK`ê li ser dimeşe dê bandorê li çûna ber bi azadiyê ve, neke.

Majda Hesûn di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir ku xwe bi rêxistin bike û ji planên dijmin hişyar bin.

Piştre wesîqeta şehîd Birûsk hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd Birûsk li Goristana Şehîd Dicle ya başûrê bajarê Kobanê hate veşartin.

(bx)

ANHA