Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civîna duyeman a bi şêniyên Amûdê re li dar xist

Komîteya Sazkirina Reşnivîsa Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya duyemîn li navçeya Amûdê li dar xist. Nêrîn û pêşniyarên şêniyan girt da ku li reşnivîsa peymanê zêde bike.

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civîna duyeman a bi şêniyên Amûdê re li dar xist
16 gulan, 2022   14:11
QAMIŞLO

Bi armanca nirxandina naveroka Peymana Civakî, nîqaşkirina wê û wergirtina pêşniyar û nêrînan, Komîteya Sazkirina Reşnivîsa Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek ji gel re li Hola Kerem a navçeya Amûdê li dar xist.

/ar/uploads/files/2022/05/16/132038__dsc7907.webp

Di civînê de peymana ku ji 99 madeyan pêk tê ji aliyê endamên komîteyê Ariya Mele Ehmed, Hikmet Hebîb û Kîno Gebiyêl ve hate xwendin.

Beşdaran jî nêrîn û pêşniyarên xwe derbarê peymanê de parve kirin.

Ji pêşniyarên hatin kirin, destek ji komînan re were dayîn ku wekî saziyên sereke di rêxistinkirina civakê de ne, temenê kesên ku ji sazî û meclisên Rêveberiya Xweser re têne hilbijartin ne kêmî 18 salan be, rêjeya sertîfîka di sazî û meclisan de were hilbijartin her wiha di hemû waran de destek ji hevjînên şehîdan re were dayîn.

Bersiva nêrînan ji aiyê komîteyê ve hate dayîn û li gel wê hate qeydkirin da ku bi rêya raporekê ji komîteya berfireh a sazkirina peymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re were şandin.

Civîna yekemîn a Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya bi şêniyên Amûdê re di 28`ê Nîsana borî de li Hola Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê ya bajarê Amûdê hatibû lidarxistin.

(bx)

ANHA