Koçberên Şehbayê bertek nîşanî lêkirina dîwar li derdora herêmên dagirkirî da

Nivîsgeha Koçberên Şehbayê ya li Minbicê bi daxuyaniyekê lêkirina dîwarê li gundên Mari û Babê şeremzar kir.

Koçberên Şehbayê bertek nîşanî lêkirina dîwar li derdora herêmên dagirkirî da
16 gulan, 2022   13:28
MINBIC

Endama rêveber a Nivîsgeha Koçberên Şehbayê li Minbicê Bêrîvan Xeyrî daxuyanî bi beşdariya endamên nivîsgehê li pêşiya nivîsgehê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat got: “Deweta Tirk a dagirker bi serokatiya hikumeta Erdoganê faşîst sûd ji mijulbûna cîhanê bi tevgera leşkerî ya Rûsya li Ukraynayê girt û topbarana xwe ya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şehbayê zêde kir.

Bi nêzîkbûna sedsaliya lihevkirina Lozanê û bi armanca pêkanîna Mîsaqî Millî dewleta Tirk hemwextê ev topbarana zêde ya xeternak şerek li dijî gerîla li Başûrê Kurdistanê ragihand. Ew dixwaze Mûsil, Kerkûk, Heleb û bakurê Sûriyê dagir bike.

Ji ber topbarana rojane ya dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek zirar gihaştin mal û milkên şêniyan, zeviyên wan hatin şewitandin û xwestin wan koçber bikin da ku projeya xwe ya mêtîngeriyê temam bikin. Ji bo wê dest bi lêkirina dîwarê li gundên Bab û Mari kir da ku herêmên dagirkirî ji Sûriyê qut bike û tev li axa xwe bike.

Ev sûcên han li pêş çavên cihanê rû didin. Dewleta Tirk a dagirker ji dema Cerablus, Efrîn, Serkaniyê dagir kirine, hewl dide koçberên Sûriyê vegerîne herêmên me da ku guhertina demografiyê ya bênavber li dijî gelên me yên Kurd û Ereb pêk tên, berdewam bike.

Em bang li hêza garantor Rûsya û hikumeta Şamê dikin ku lêkirina dîwarê rawestînin ku armanca wê parçekirina Sûriyê ye.”

(şx)

ANHA