HPG: 15 leşkerên dagirker hatin cezakirin-HATE NÛKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî, balafir û obusan êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û çalakiyên gerîlayan jî bênavber didomin. Di çalakiyan de 15 dagirker hatin cezakirin û derb li helîkopterekê hate xistin.

HPG: 15 leşkerên dagirker hatin cezakirin-HATE NÛKIRIN
16 gulan, 2022   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev daxuyanî da.

“Hêzên me yên gerîla li hemberî tevgera dagirker a artêşa Tirk çalakiyên xwe bênavber didomîne. Artêşa Tirk a dagirker 30 caran bi çekên kîmyewî, 29 caran bi balefirên şer û bi dehan caran bi obusan êrişî Qadên Berxwedanê kiriye. Di çalakiyên hêzên me de 15 dagirker hatine cezakirin, 8 dagirker jî birîndar bûne û derb li helîkoptereke êrişî hate xistin.

Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me wisa ye:

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ

Di 15’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 8 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan Qada Berxwedanê ya Werxelê bomberdûman kir û piştre xwest ber bi çeperên şer ve were. Saet di 12.25’an de hêzên dagirker ên li dora çeperên şer bûne hedefa hêzên me. Hêzên me bi sabotaj û çekên ferdî li dagirkeran da. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Di 15’ê Gulanê de saet di 13.30 û 15.55’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê dan û herî kêm 2 dagirker hatine cezakirin.

Di encama çalakiyên hêzên me de dagirker nekarîn bi pêş ve werin û bi çekên kîmyewî, balefirên şer, helîkopterên êrişî û bi obusên ji qereqolên li ser sînor Qada Berxwedanê ya Werxelê dan.

Di 16’ê Gulanê saet di 06.30’an de hêzên dagirker dema ku xwestin ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê werin, hêzên me bi çekên giran li wan dan. Ji ber mudaxeleya hêzên me, dagirker qedemeyekê vekişiyan.

LI HERÊMA ZAPÊ;

Di 15’ê Gulanê de danê sibê artêşa Tirk a dagirker saet 10.30’an bi balafirên şer, helîkopterên êrîşkar, obus û 3 caran bi çekên kîmyewî çeperên Girê Cehenemê yên Berxwedanê ya Çiyareş bomberdûman kir, xwest bi pêş ve biçe. Piştî ku dagirkerên li derdora çeperên şer ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin, ji nêz ve bi çekên ferdî hatin gulebarankirin. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin. Di heman saetan de dagirkerên li herêmê ku ketibûn bin kontrola yekîneyên me yên gerîla, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Li vir jî 4 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker jî bi giranî birîndar bûn. Dagirkerên ku heman rojê saet 19:00’an careke din xwestin bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve du caran bi taktîkên sabotajê hatin hedefgirtin. Di encama van çalakiyan de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin.

Di encama van rêzeçalakiyên bi bandor ên li dijî dagirkerên ku nekarîn bikevin çeperên şer ên hêzên me ku bi biryarbûn û îradeyek mezin parastin, xwestin vê carê bi çekên kîmyewî bi pêş ve biçin, bi giştî; 12 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker jî bi giranî birîndar bûn.