MSD`ê li Awisturyayê bi navnîşana “Sûrîbûyîna Kurdan” semîner da

Meclisa Sûriya Demokratîk li Awisturyayê bi sernavê “Sûrîbûyîna Kurdan” semînerek da.

MSD`ê li Awisturyayê bi navnîşana “Sûrîbûyîna Kurdan” semîner da
16 gulan, 2022   13:03
 NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (yekşemê) Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li navenda xwe ya li Awisturyayê semînerek da, tê de hejmareke sûriyên li derve tevê bûne.

Nûnerê MSD`ê li Awisturyayê Selah Ferho bixêrhatina mêvanan kir û bal kişand ser xebatê nîştimanî ji bo fêmkirina siyasî ya Kurdên Sûriyê.

Piştre Alan Pîrê bi rêya sê beşan li ser “Sûrîbûyîna Kurdan” nîqaş kir, di beşê yekemîn de “dewleta Sûriyê ya nûjen” û pêşketina têgeha “Kurdên Sûriyê” hatin nîqaşkirin.

Di beşê duyemîn ê bi sernavê “Di rexnekirina têgeha Sûrîbûnê de”, Alan Pîrê li ser ferqa di navbera têgeha rexneyê di çarçoveya lêkolînê û çareçoveya siyasî de sekini. Her wiha behsa nimûneyên demokrasiyê û ya baştir ji bo civaka Sûriyê kir.

Di beşê sêyemîn de jî ku bi sernavê “Ferdiyet li hemberî Sûrîbûnê” , Pîrê behsa derfeta lihevkirina nasnameyên ferdî û yekalîbûna civakê kir.

Di dawiya semînerê de beşdar tev li nîqaşê bûn.

(cx)