QSD`ê li Dêrazorê 5 DAIŞ`î girtin

QSD`ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê 5 DAIŞ`î giritn û çek û belgeyên ku pêkanîna hejmareke “çalakiyên terorîst” îsbat dikin, desteser kirin.

QSD`ê li Dêrazorê 5 DAIŞ`î girtin
16 gulan, 2022   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) li ser malpera xwe ya femî ragihand ku hêzên wan di çarçoveya hemleya “şopandin û tunekirina şaneyên DAIŞ`ê” de, li gundewarê rojhilatê Dêrazorê 5 çeteyên DAIŞ`ê girtin.

Li gorî malpera QSD`ê, wan bi koma terorîst re çek û belgeyên ku pêkanîna hejmareke çalakiyên terorîst li dijî hêzên leşkerî û sivîlên herêmê îsbat dikin, desteser kirin.

(cx)