Lîreya tirkî car din li hemberî dolar nirxê xwe winda kir

Piştî kêmkirina nirxên faîzê, lîreya tirkî careke din daket û li hemberî dolar bû 15,5.

Lîreya tirkî car din li hemberî dolar nirxê xwe winda kir
16 gulan, 2022   11:56
NAVEDNA NÛÇEYAN

Li gorî Tora El-Erebiyê, îro lîreya tirkî li hemberî dolar bû 15, 5. Par lîreya tirkî ji sedî 44 ji nirxê xwe winda kir û destpêka salê jî ji sedî 15 li hemberî dolar nirxên xwe winda kir.

Ji beriya du salan ve aboriya Tirkiyê xirab bûye û ji ber siyaetên AKP`ê ya niha li ser hikumê û ji ber ku serokkomarê Tirk dest li siyasetên bankên Tirkiye werdide, lîreya tirkî jî pir daket.

(eh)