Ji ber bahoza tozê 7 penaberên Kampa Ebû Xeşeb jiyana xwe ji dest da

Duh bi şev li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bahoza tozê rabû, di encamê de ji wan 2 zarok û jinek, 7 penaberên li Kampa Ebû Xeşeb jiyana xwe ji dest da.

Ji ber bahoza tozê 7 penaberên Kampa Ebû Xeşeb jiyana xwe ji dest da
16 gulan, 2022   12:31
DÊRAZOR

Duh bi şev li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî baranê bahoza tozê rabû, di encamê de gelek rê hatin girtin û qezayên trafîkê çêbûn.

Nûçegihanê me ji gundewarê rojavayê Dêrazorê ragihand ku di encama bahozê de 7 penaberên li Kampa Ebû Xeşeb jiyana xwe ji dest da, di nav de 2 zarok û jinek hene. Her wiha ji ber xurtbûna ba gelek çadir firiyan.

Nûçegihanê me navên penaberên ku di bahozê de jiyana xwe ji dest daye, bi dest xistin.

Navên wan wiha ne: Mistefa Selûm El-Xezam (40), zarokê bi navê Ehmed Selûm El-Xezam (7), Xesan Mehmûd El-Taha El-Huseynî ji bajarê Dêrazorê, Mihemed El-Hesûn El-Weka (60) yê ji bajarokê Mezlûm, Ebdullah Ewad El-Hayîs ê ji gundê Ebrîha, zarokê bi navê Hemdan Esed El-Selûm (4 mehî) ê ji gundê Hewayêc Ziyab Şamiyê û Şemse Hemadî El-Esker ji bajarokê Tabiye Cizîre.

(eh)

ANHA