Şêniyên Dêrikê şehîd Ekrem Ustek oxir kir

Bi sedan şêniyên Dêrikê cenazeyê welatparêz Ekrem Ustek ku 11`ê Gulanê di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kir.

Şêniyên Dêrikê şehîd Ekrem Ustek oxir kir
16 gulan, 2022   11:51
QAMIŞLO

Girseya gel piştî cenaze ji Nexweşxaneya Şehîd Herekol wergirt tevî bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê û Dêrikê ber bi Goristana Şehîdan ve bi rê ket.

Li goristanê, li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihyedîn Xêrikî axivî û di şexsê şehîd û welatparêz Ekrem Ustek de ku ciwantiya xwe di oxira parastina azadiya gelê Kurd û nirxên wî ên dîrokî de feda kir, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Xêrikî da zanîn ku şehîd Ekrem Ustek fikr û felsefeya rêber Ocalan nas kir û tu carî ji ser erk û berpirsyartiya diket ser milê wî de paş de gav neavêt û got: “Madem şehîdên mîna Ekrem Ustek di nav me de hene ew ê tu hêz nikaribe tevger û fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan tune bike.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Wense Çawîş jî axivî û diyar kir, dewleta Tirk a faşîst ferqê naxe navbera pêkhate û mezheban de, kîjan kesayeta azad banga azadiyê bike wan dike hedef.

Wense destnîşan kir ku şehîd Ekrem li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Kobanê tev li gelek hemleyan bû û heta rizgarkirina Kobanê li ber xwe da.

Dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mehmûd Mihemed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

(eh)

ANHA