Meclisa Kantona Şehbayê: Dewleta Tirk dixwaze xak û gelê Sûriyê parçe bike

Meclisa Kantona Şehbayê îro bi daxuyaniyekê bicihkirina penaberên sûrî li herêmên Sûriyê yên dagirkirî red kir û bang li Rûsya û hikumeta Şamê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku projeya mêtingeriyê rawestîne.

Meclisa Kantona Şehbayê: Dewleta Tirk dixwaze xak û gelê Sûriyê parçe bike
16 gulan, 2022   10:28
ŞEHBA

Endama rêveber a Meclisa Kantona Şehbayê Werde Şêxo bi beşdariya bi dehan endamên Meclisa Kantona Şehbayê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehbayê daxuyanî li pêşiya Meclisa Kantonê ya li navçeya Fafînê xwend.

Daxuyanî wiha ye: "Di demên dawîn de dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan ji mijûlbûna cîhanê bi şerê Rûsya û Ukraynayê sûd wergirt û êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şehbayê zêdetir kir..

Ev êriş hemwextî şerê li Başûrê Kurdistanê yê li dijî gerîla pêk tên, da ku bi nêzîkbûna sedsaliya Peymana Lozanê re Başûrê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dagir bike û Mîsaqî Millî pêk bîne û Mûsil, Kerkûk, Heleb û bakurê Sûriyê dagir bike."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku artêşa Tirk a dagirker rojane herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên Şehbayê topbaran dike, di encamê mal û milên sivîlan talan dibin û zevî têne şewitandin. Her wiha tirs û xof di nav koçberan de belav dibe, ev jî nîşaneyên berdewamkirina projeya mêtîngerî û nijadperestiyê ya li herêmê ye.

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku ji destpêka dagirkirina Carablus, Efrîn û Serêkaniyê ve, ev kiryar li pêşberî çavên cîhanê pêk tên û îro jî dewleta Tirk dixwaze koçberên sûrî vegerîne herêmên dagirkirî da ku guhartina demografiya herêmê ya li dijî Kurd û Ereban dewam bike.

Di daxuyaniyê de lêkirina dîwarê bi armanca parçekirina Sûriyê û vegerandina penaberên sûrî li herêmên dagirkirî hat redkirin. Her wiha bang li NY`yê û rêxistinên navneteweyî hat kirin ku vê projeya mêtîngeriyê rawestînin, dagirkeriya Tirk ji bakurê Sûriyê derxin, çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re bibînin û koçberên sûrî vegerînin gund û herêmên wan.

(eh)

ANHA