​​​​​​​'Gerîla li Biradostê li dijî dagirkeran çalakî kir'

Li gorî nûçeya Rojnewsê, duh gerîlayên azadiyê li Biradostê çalakiyeke mezin li dijî artêşa Tirk a dagirker pêk aniye, di encamê de gelek dagirker hatine kuştin.

​​​​​​​'Gerîla li Biradostê li dijî dagirkeran çalakî kir'
16 gulan, 2022   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh derengiya şevê gerîlayên azadiyê dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke mezin pêk aniye.

Li gorî heman çavkaniyan gerîlayan li gundên Çiyadol, Geruxalet û Deştî Hêrt ên Herêma Biradostê derbeke mezin li dagirkeran daye û heya serê siharê jî şer dewam kiriye.

Heman çavkaniyan ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan de gelek leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin û birîndar bûne. Hate gotin du caran helîkopterên artêşa Tirk xwestine birîndar û kuştiyên xwe ji herêmê rakin.

Der barê mijarê de heya niha HPG’ê ti daxuyanî parve nekiriye.