Rojeva Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava çi bû?

Beşdarên Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava teqezî bi dewamkirina têkoşînê û pêkanîna yekitiyê li hember êrişên dagirkeriyê û qirkirinê kir. Endama komîteya amadekar eşkere kir ku ew li dijî siyasta guhertina demografiya herêmê amadekariya hemleya komkirina îmzeyan dikin.

Rojeva Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava çi bû?
16 gulan, 2022   10:50
QAMIŞLO

Kongra Star duh bi armanca yekkirina helwestên jinên kurdistanî li hember siyaset û planên li dijî Kurdistanê û têkoşîna li hember sûcên li dijî jinên Kurd tên kirin, li bajarê Qamişlo Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava li dar xist.

Civîn bi dirûşma “Ji bo yekkirina helwestên jinên Kurd li dijî dagirkeriyê” hat lidarxistin. Nûnerên partiyan, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Meclisa Malbatên Şehîdan, Yekitiya Ragihandina Azad, Meclisa Girê Spî, Komîteya Koçberên Serêkaniyê, Kombenda Civakî ya Efrînê, Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê û mêvanên ji herêma Firatê û kantona Şehbayê tev li civînê bûn.

Her wiha gelek siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên ji hundir û derveyê Kurdistanê bi rêya xizmeta “Zoom” tev li civînê bûn.

MIJARÊN SEREKE YÊN HATINE NÎQAŞKIRIN

Endama Komîteya Amadekar a Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava û endama Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star Rûken Ehmed di civînê de axivî û destnîşan kir ku nîqaşên berfireh têkildarî xeteriya pêvajoya heyî û êrişên li dijî Kurdistanê, siyasetên guhertina demografiyê hatin kirin û got: “Gelek rêxistin, tevgerên jinan ên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê û her wiha ji Ewropa, Lubnan û Misirê bi rêya Zoomê tev li civînê bûn.”

Rûken Ehmed daxuyand ku di civînê de mijarên têkildarî şerê fikrî û aborî yên li dijî jinên Kurdistanê, gelên Kurdistanê, êrişên dagirkeriyê yên li dijî Kurdistanê, lihevkirin û komplo û hewldanên qirkirina Kurdan, bûn mijarên nîqaşê.

Rûken wiha domand: “Her wiha siyasetên dewletên hegemonîk û bandora wan li ser Rojhilata Navîn, bi taybet Kurdistanê, alozî û pirsgirkên di nav kurdan de bûn rojeva civînê.”

ROJA JINA KURD DI PARASTINA DESTKEFTIYÊN KURDISTANÊ DE

Rûken bal kişand ser nêrîn û pêşniyarên di civînê de derketin û got: “Di civînê de teqezî bi girîngiya rola jina Kurd di berxwedana li hember êrişên dagirkeriyê, yekkirina helwestên jinan li dijî êrişên qirkirinê, parastina destkeftiyên Kurdan û şoreşa jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin.”

Rûken îşaret pê kir ku mêvanên bi rêya Online tev li civînê bûne, diyar kirin ku pêwîst e têkoşîn bê meşandin da ku helwesta jinan li hember êrişên qirkirinê û dagirkirinê bibin yek û li hember siyasetên krêt ên li dijî herêmê bisekinin.

PARASTINA JINÊN HEREMEN DAGIRKIRÎ

Der barê parastina jinên li herêmên dagirkirî de jî Rûken Ehmed got: “Me di civînê de rêbazên parastina jinan li herêmên dagirkirî ji hemû cureyên sûcan û pêwîstiya avakirina komîteyên hiqûqî yên pispor li ser asta navneteweyî nîqaş kir da ku hesab ji sûcdaran bê xwestin.”

Beşdarên civînê bêdengiya navneteweyî ya li hember êriş û sûcên li dijî jinan li herêmê bi giştî şermezar kir û destnîşan kir ku ev bêdengî, nîşaneya hevkariya wan di van êrişên dermirovî yên dewleta Tirk de ye.

HEMLEYA KOMKIRINA ÎMZEYAN LI SER ASTA KURDISTANÊ Û DERVEYÎ WELÊT

Girêdayî encamnameya civînê, Rûken diyar kir ku di dawiya civînê de biryar hat dayîn ku Konferansa 3`yemîn a Neteweyî ya Jinên Kurd di zûtirîn dem de bê lidarxistin û gelek biryarên din ên girîng ji bo doza kurd hatin girtin.

Endama Komîteya Amadekar a Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava Rûken Ehmed têkildarî hemleya komkirina îmzeyan li ser asta Kurdistan û derveyî welêt a li dijî siyasetên guhertina demografiya herêmê got: “Guhertina demografiyê planeke krêt e. Qirkirina çandî û dîrokî ya Kurdan armanc dike. Divê li hember van xeteriyan bê sekinandin.”

Rûken Ehmed dema destpêkirina hemleyê eşkere nekir.

Girêdayî encamnameya civînê, Rûken Ehmed got: “Ji biryarên ku hatine girtin; divê helwesteke neteweyî ya zelal li hember dagirkeriyê bê nîşandan, divê li ser asta navnteweyî li dijî dagirkirina Kurdistanê li ser bingeheke nîştimanî têkoşîn bê dayîn. Divê destekê bidin gerîlayên YJA Star/HPG û divê jinên êzidî yên revandî ji destê DAIŞ`ê bê rizgarkirin.”

(şx)

ANHA