Gundiyên herêma Aliya xwe dispêrin berhemdariya xwecih

Gundiyên herêma Aliya li hewşên malên xwe yan li derdorê sebzeyan diçînin, bi wê yekê pêdiviyên xwe peyda dikin û barê kirîna wan ji sûkan ji ser milê wan dadikeve.

Gundiyên herêma Aliya xwe dispêrin berhemdariya xwecih
16 gulan, 2022   06:34
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Jiyana gundan ji ya bajaran cudatir e, ji ber ku gundî li malên xwe sebze û fêkiyan diçînin û sewalan xwedî dikin, pê re jî debara xwe dikin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber ambargoya aborî û bilindbûna nirxên kel û pelan zehmetiyan dikişînin. Lewma xwe dispêrin hilberînên xwecih û li bazaran jî difiroşin.

Navçeyên kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê û herêmên nêzî ava Firatê, bi çandiniya rûberên berfireh têne naskirin. Bi vê yekê berhem bi nirxekî kêmtir tê bidestxistin.

Emîne Hesen a ji gundê Qasteban ê bakurê navçeya Çilaxa (herêma Aliya), tevî malbata xwe li gund rûbereke biçûk ji çandiniya cureyên sebzeyan re veqetandiye.

Herêma Aliya li bakurê navçeyên Girê Legê û Çilaxa û hin gundên li bakur rojhilatê navçeya Tirbespiyê dikeve û bi dehan gund digire nava xwe. Ev herêm bi axa xwe ya baş, xwezaya xwe ya xweşik û pirbûna ava binerd û kaniyên xwe tê nasîn.

Her sal bi hatina mewsima çandina şitlên sebzeyan re, Emîne wekî gelek gundiyan heman karî dike.

Emîne li hewşa xwe, bacan, xiyar, baçanreş, xirtik, pel, beqdûnis û cercîr çandine, lewma kel û pelan ji bazaran nakire û debara malbata xwe pê dike.

'PÊDIVIYÊN ME BI CIH TÎNE'

Emîne diyar kir ku rûbera li malê ji çandiniyê re veqetandiye, rojane pêdiviyên wan ên xwarinê bi cih tîne.

Emîne wiha axaftina xwe dewam kir: "Em bi çandina sebzeyên li mala xwe kêfxweş in. Yên hewşa malên wa heye, bila biçînin, ji ber ku lêçûna wê pir kêm e û sûdmendiya wê jî zêde ye. Nexasim ligel bihabûna kel û pelan."

Emîne bi ava bîrê ya li hewşa xwe sebzeyên xwe av dide.

DARÊN FÊKIYAN JÎ DIÇÎNIN

Welatî ne tenê debara xwe bi çandina sebzeyan dikin, lê belê darên fêkiyan jî bi hemû cureyên wê li malên xwe diçînin.

Li mala Emîne darên hinar, mişmiş, tirî, tû, hejîr û behîv jî hene. Emîne anî ziman ku ew debara xwe bi van daran dike û ji bazaran nakire.

(eh)

ANHA