Xerckirin û pere.. navnîşana berz a hilbijartinên Lubnanê ye

Li Lubnanê behsa pereyên hilbijartinên parlemantoyê tê kirin. Serokê hikûmeta Lubnanê eşkere kir ku di çend rojên borî de miqdarên mezin ên dolaran derbasî Lubnanê bûne. Serokê Lubnanê  Mîşêl Ewn jî dibêje, pereyên zêde hatine xerckirin.

Xerckirin û pere.. navnîşana berz a hilbijartinên Lubnanê ye
16 gulan, 2022   06:11
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALA

Di nava hilbijartinên Lubnanê de ku pîvanên exlaqî û displîn tê de tune ye, 2 xal derdikevin pêş, yek kombûna tayîfî di bin navê parastina hebûnê de ya din jî "pereyên hilbijartinan" e.

Hemû aliyên Lubnanê mijara "Xerckirin û pereyên hilbijartinan" bi kar tînin û hev du tawanbar dikin.

Serokê Lubnanê Mîşêl Ewn jî ragihand ku wî raporên derbarê xerckirina zêde ya pereyan de bi dest xistiye û bang li deseya serpereştiya hilbijartinan kir ku erkên xwe bi cih bîne.

Her wiha Partiya El-Qiwat jî got, van mijarê weke behane ji bo nixumandina binkeftinên xwe bi kar tînin.

Yekem kesê ku behsa vê mijarê kir, serokê Şepêla Niştîmanî ya Azad, parlemanter Cibran Basîl bû.

Cibran Basîl, partiyên " El-Qiwat û " Ketaib El-Lubnaniye " tawanbar kiribû ku wan sînorê xerckirina pereyên hilbijartinan derbas kirine.

Basîl  li dijî wan her du aliyan doz vekir û xwest tawanbar ji bo serdozgariya giştî ya pispor bên şandin û li ser wan cezaya sûcên darayî û cezayî bên birîn. Di gilînameyê de tê gotin ku ew her du partî El-Qiwat û El-Ketaib himleyeke mezin a propaganda ji bo hilbijartinan kirine, wan sînorê xerckirinê derbas kirine.

Her du partî jî bersiva wan îdهayan dan û gotin, navê Basîl bi tawana gendeliyê, di lîsteya cezayan de ye, ji ber ku di mijara kehrebeyê de bi bin ket û ji ber gendeliya wî wî 40 milyar dolar xerc kiriye.

HILBIJÊR DI NAVBERA ALOZIYA ABORÎ Û " PEREYÊN HILBIJARTINAN" DE NE

Tişt ku dihêle mijara "pereyên hilbijartinan" deng bide, aloziya aborî û nebûna baweriya siyasî ye.

Gelek çîn û malbat rastî aloziya aborî tên û daxwaza alîkariyê dikin. Beşek ji welatiyan jî ne li gor baweriyên siyasî hilbijartin dikin.

Herî zêde bal li ser pêkhateya Sunna ye ku hilbijêrê herî mezin e. Ruxmî ku Şepêla Pêşerojê ji hilbijartinan derket, lê her kes dixwaze wê û pêkhateya Sunnîa weke hilbijêr bi kar bîne, ev yek dihêle ku pêkhateya Sunna aciz bibe.

Aloziya aborî rê li ber bazarên kirîna dengan vekiriye ku zêde bûne û hevrikê sereke yê sunna Seed El-Herîrî tune ye.

Yek ji namzetan postek li ser Facebookê belav kiribû, bazirganekî eşkere li ser posta wî wiha şîrove kiribû:"Serkeftin be, eger pêwîstiya te bi dengan heye, bi min re biaxive."

Hêjayî gotinê ye ku qanûnên Lubnanê ji bo propagendaya hilbijartinan herî zêde 30 hezar dolar ji bo her manzetekî diyar kiriye.

"PEREYÊN HILBIJARTINAN" ABORIYÊ GEŞ DIKE

Li aliyê din şîrovekar dibêjin ku ew pereyên ji bo hilbijartinan hatine diyarkirin aboriya Lubnanê geş kir, lê çawa?

Rojnamevanê lubnanî Elî Nûredîn dibêje:" Di çend hefteyên derbasbûyî de tevgera aborî li bazara taybet li beşên têkildar weke eqaratên kirê û ragihadinê geş bû, di roja hilbijartinan jî dîsa dê aboriya bazarê geş bibe, ji ber ku dê karmendên hilbijartinan piştî hilbijartinan bi rojekê pere bigirin.''

Nûredîn ji ajansa me re dibêje:"Pere reha proseya hilbijartinê ye, ji heqdestiya karmendan, lêçûna propagendaya televezyon, radyoyan û heta kirêkirina tabloyên propagenda, nirxê lêçûna sîstema agahiyên ji bo tomarkirinan, kirêkirina navendên hilbijartinan û holên civînan. Pêwîstiya van hemûyan bi mûçeyan heye."

Nûredîn her wiha ev tişt anî ziman:" Di dema hilbijartinan de televezyonên xwecehî weşanên xwe difiroşin, hevdîtina televezyonî, bultenên nûçeyan, şopandina kongreyên hilbijartinan bi pereyan dikin, ya girîng aboriya xwe geş bikin. Heta ku ew yek li ser hesabê rastiya bername û bultnan be."

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2018'an de dema ku  dolarekî amerîkî bi hezar û 500 lîreyên lubnanî bû, hikûmetê 54 milyon dolar ji bo hilbijartinan diyar kiribû, lê îro yek dolar bi 27 hezar lîreyên lubnanî ye, hikûmet tenê 15,5 milyon dolar diyar kiriye.

Pere jî bi lîreya lubnanî hatiye dabeşkirin, ji ber wê jî dê ev yek nebe sedema belavbûna dolar li nava bazaran.

Hilbijartinên Lubnanê yên îsal di rewşeke cuda de pêk tên, welatiyên Lubnanê piştî têkçûna aborî ya sala 2019'an yekem car dê tev li hilbijartinan bibe.

Li gor raporên navneteweyî ji sedî 80 welatiyên Lubnanê hejar bûne.

(şt)

ANHA