Rojnameyên erebî: Xitimîna siyasî li Iraqê berdewam e

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa însiyatîfên parlamanterên serbixwe yên Iraqê, hibijartinên Lubnanê û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Xitimîna siyasî li Iraqê berdewam e
16 gulan, 2022   07:34
NAVENDA NÛÇEYAN

ÎNSIYATÎFA PARLAMANTERÊN SERBIXWE YÊN IRAQÊ GUMANAN BI XWE RE TÎNE

Rojnameya Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya îro de têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Parlamanterên serbixwe di parlamantoya Iraqê de duh bi armanca çareserkirina xitimîna siyasî li welêt, însiyatîfeke da destpêkirin. Di însiyatîfê de teqezî bi pêkanîna mafên destûrî bi hemû qonaxên wê û di nav de avakirina hikumetê hat kirin (ku ev mijareke nîştimanî ya hundirîn e û mafê tu aliyên derve nîn e bi tu rengan destwerdanê lê bikin).”

Li gorî rojnameyê, çavdêrên siyasî dibînin ku ev însiyatîf dê gumanên hêzên siyasî yên klasîk ên parlamantoya Iraqê ji aliyê bêalîbûn û derfetên pêkanîna wê, xurttir bike. Her wiha diyar kirin ku di mijara muhletên destûrê, rêbazê hilbijartina serokê komarê û erkdarkirina serokwezîr de, tu pêşketinan çênake. Ev însiyatîf wekî bersivdayîna însiyatîfên serokê Şepêla Sadir Muqteda Sadir û însiyatîfa Çarçoveya Koodînekirî ya Şîe ye.

Hêzên siyasî hewl da zextê li parlamanterên serbixwe bike, da ku projeya wan têk bibe. Ji ber bi rêya projeyê dibe ku her du blokên mezin ên Şîe di avakirina hikumetê de werin bêbandorkirin, wezîrên girêdayî Kurd û Suniyan jî dê girêdayî partiyên sunî û kurdî bimînin.”

PIŞTÎ HILBIJARTINÊN LUBNANÊ, GELEK 'SURPRÎZ' HENE

Di kar û barên Lubnanê de jî, rojnameya El-Beyan got: “Duh li seranserê Lubnanê hilbijartin pêk hatin, ku encamên wê dê qonaxa pêş diyar bikin. Dê di encama hilbijartinan de mecliseke nû ya parlamantoyê çêbibe û dê serokekî kevn an nû were hilbijartin, her wiha dê hikumeteke nû ava bibe û wekî berdewamiya hikumeta serok Necîb Mîqatî an jî hikumeteke bi rengekî din û piştî 31`ê Cotmehê dê serokekî nû ji bo welat were hilbijartin. Li gorî daneyan, pêşbîniyên pêkhatina gelek surprîzan hene.

Tê çaverêkirin ku li Lubnanê rewşa aborî û darayî were başkirin.

Li gorî qanûna 2017`an hatiye erêkirin, ev cara duyemîn e hilbijartin pêk tên, cara yekemîn di 2018`an de pêk hatibûn.”

DANÛSTANDINÊN DESTÛRÎ YÊN LÎBYA, TENÊ XEBATEKÎ SIYASÎ JI BO RÊGIRITNA ŞER E

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Roja yekşemê li Qahîreyê gera duyemîn a danûstandinên ji bo danîna bingeheke destûrî ya parlamanto û meclisa bilind a dewletê li ser hev bikin, dest pê kir. Li gorî wê dê hilbijartinên Lîbyayê pêk werin. Lê belê tê texmînkirin ku lihevkirin pêk neyê.

Şopdarên rewşê dibînin ku diyalogên aliyên Lîbya li paytextên cuda, vegerîne xebatekî siyasî yê domdar û pêwîst ji bo rêgirtina li rûdana şerekî nû û parastina aramiya heyî.

Diyar e ku tevgerên şêwirmenda Sekerterê Giştî yê NY`yê ya taybet bi Lîbya Stephanie Williams, hewldana zindîhiştina xebatên siyasî ye ji ber tirsa rûdana şerekî dijwar pêk tên. Her wiha dixwaze bi wê yekê nîşan bide ku ew rewşa Lîbya kontrol dike û dixwaze rê li gavên Rûsya yên ji bo bidawîkirina erka wê  hewldanên hin parlamanteran ên guhertina wê, bigire.”