​​​​​​​Dagirkeriya Tirk êrişeke berfireh dibe ser gundên Şehbayê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran dike.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk êrişeke berfireh dibe ser gundên Şehbayê
16 gulan, 2022   05:55
ŞEHBA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Um Qura, Semûqa, Werdiyê, Bendava Şehbayê topbaran dike û heta kêliya amadekirina vê nûçeyê zêdetirî 40 top li herêmê ketibûn.

Di heman demê de dagirker gundên Xerîbşe, Dêr Qaqir, Adar, Şeale, Um El-Ebid û Medyûne yên katona Şehbayê jî topbaran dikin.

Gundê Herbel jî rastî topbaraneke dijwar tê û heta kêliya amadekirina nûçeyê zêdetirî 25 top li gund ketibûn.

(cx)

ANHA