ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-05-2022
15 gulan, 2022   23:00

-Komîteya Peymana Civakî di çarçoveya qonaxa sêyemîn a nîqaşkirina reşnivîsa peymanê de, li kantona Hesekê  civîna yekem a bi gel  re li hola Serdem a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Peymana Civakî reşnivîsa Peymana Civakî bi şêniyên navçeya Amûdê re nîqaş dike, civîn li Hola Kerem tê lidarxistin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dêrikê cenazeyê şehîd Xeyrî Rêsor li Goristana Şehîd Xebat dispêrin axê, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Piştî 106 salan ji Peymana Sykes-Picot ku Kurdistan kir 4 parçe, derfetek dîrokî bi dest Kurdan ketiye ku bi lihevkirina stratejîk bi gelên herêmê re ji bandorên Sykes-Picot xilas bibe. Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Sîhanok Dîbo dibêje: “Dê Kurd vê carê dest vala dernekevin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Li Lubnanê behsa pereyên hilbijartinên parlemantoyê tê kirin, serokê hikûmeta Lubnanê li xwe mukir hat ku miqdarên mezin ji dolaran di nava çend rojên borî de derbasî Lubnanê bûne, serokê Lubnanê  Mîşêl Ewn jî dibêje, pereyên zêde hatine xerckirin.

- Serokê Navenda Ereb a Lêkolînan Mihemed Fethî E-Şerîf diyar kir ku ''Osmaniya nû" projeyeke li ser erdê ye û komên Îxwan yek ji çekên Erdogan bû ku bi rêya wan vê projeyê pêk bîne. Şîrovekarê siyasî yê lîbyayî Osman Bin Berke got: "Osmaniya nû vegera mêtîngeriya paşketî li herêmê ye û kîna kevn e.''

ANALÎZ

- Di 16'ê Gulana 1997'an de li Hewlêrê komkujiyek pêk hat. Bûyerên wê ji rêzê nebûn. Tevî ku çaryek sedsal di ser vê komkujiyê re derbas bûye jî, ku ji aliyê PDK û dewleta Tirk a dagirker a faşîst ve hate plankirin û meşandin, bûyerên qewimîn hîna ji bîr neçûne. Me şahidî ji komkujiyeke wisa re kir ku qet nayê jibîrkirin. 

CIVAK Û JYAN

- Şêniyên gundên herêma Aliya li hewşên malên xwe sebzeyan diçînin, ev jî rewşa debarê baş dike û hilberînan li bazara herêmê jî peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku wê Rêveberiya Xweser ji destpêka mehê ve mazota ji bo germkirinê, belav bike û wiha got: "Niha ji bo xwediyên erebeyan kart têne amadekirin da ku sotemeniyê werbigirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarên li kantona Şehbayê bi xeteriya hedefgirtina zeviyên xwe re rû bi rû ne, li aliyekî baran zêde nebariya mewsim ne baş e û li aliyekî din jî hikumetê ambargo li ser hantona ferz kiriye û nahêle hewcedariyên çandiniyê derbas bibin. Lê dîsa jî li hemberî vê yekê Desteya Çandiniyê ya Aborî ya Herêma Efrînê tedbîran digire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA