106 sal piştî Sykes-Picot.. Kurd xwedî derfeteke dîrokî ne

Piştî 106 salan ji Peymana Sykes-Picot ku Kurdistan kir çar parçe, derfetek dîrokî bi dest Kurdan ketiye ku bi lihevkirina stratejîk bi gelên herêmê re ji bandorên Sykes-Picot xilas bibe. Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Sîhanok Dîbo dibêje: “Dê Kurd vê carê dest vala dernekevin.”

106 sal piştî Sykes-Picot.. Kurd xwedî derfeteke dîrokî ne
16 gulan, 2022   05:40
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED SEMÎR

Sala 1555`an, dewletên Sefawî û Osmanî hevpeymana “Amasya” îmze kirin ku ew yekem hevpeymana fermî bû. Li gorî wê hevpeymanê bi awayekî fermî Kurdistan hat parçekirin û li gorî belgeyeke fermî sînorên wê di navbera her du dewletan de hatin diyarkirin, bi taybet li herêmên Kurdan (Şehrozûr, Qers, Bazîd).

Piştî vê hevpeymanê, lihevkirin û hevpeymanên din çêbûn, ji wan Hevpeymana Qesrî Şêrîn (1639) a diyarkirina sînor a di navbera Şah Ebas û Sultan Mûrad ê Çaremîn de. Ji bo diyarkirina sînor teqezî bi Hevpeymana Amasya jî hat kirin, vê yekê doza kurdî bi girêktir kir. Piştre hevpeymanên din wekî Hevpeymana Erzerûm a Yekemîn (1823), Erzerûm a Duyemîn (1847), Enqera (1921) di navbera Fransa û Tirkiyê de û Hevpeymana Lozanê (1923).

16`ê Gulana 1916`an, Fransa û Brîtanyayê Hevpeymana Sykes-Picot îmze kir. Ev hevpeyman wekî derbeke xurt ji bo gelê Kurd bû ku nifûsa wî di navbera 50-55 milyonî de ye.

HEVPEYMANA SYKES-PICOT

Ev hevpeymana veşartî di navbrera Fransa û Brîtanya bi erêkirina împeratorya Rûsya û Îtalyayê de hat îmzekirin, li ser dabeşkirina herêma Hîlala Zêrîn (Mezopotamya) û herêma di navbera Dicle û Firat di navbera Fransa û Brîtanyayê de, hat lihevkirin.

Bi vê hevpeymanê Kurdistan di navbera Tirkiye, Sûriye û Iraqê de hat parçekirin. Ev yek piştî danûstandinên veşartî têkildarî nexşeya nû ya Rojhilata Navîn pêk hat. Hevpeymana Sykes-Picot wekî yekemîn hevpeymana navneteweyî ku 3 welatên mezni beşdraê bûne tê hesibandin, yên ku daxwazên Kurdan ên avakirina dewletê yan bidestxistina rêveberiya xweser paşguh kirin.

Ev hevpeyman li herêma Hîlala Zêrîn ku seranserê axa Kurdistanê digire nava xwe, pêk hat. Ev axa bi bereket a bi berhemên binerd û sererd dewlemend û axa ku ji aliyê çandinî, bazirganî, dewlemendiyên xwezayî, av, dîrok, şaristanî û erdnîgarî ve ya herî bi berket, hilbirîn û xêr û bêr e.

Ji ber ku ev axa bi xêr û bêr e, hêzên mezin li ser hevrikî kirin. Di dema diyarkirina sînorên heyî yên herêmê de, Brîtanya û Fransayê ji bo parvekirina vê axê danûstandinên demdirêj kirin, heta ku Rojhilata Navîn a heyî hat dîzaynkirin û di nav de mafên gelên kevnar ên xwediyên vê axê, winda bûn.

Di sedsala 6`emîn a îmzekirina hevpeymana Sykes-Picot de, gelên herêmê êdî hay jê hene ku dewletên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn ev sînorên bêyî ku taybetmendiyên netewî, olî û çandî di ber çavan re bigirin, danîne û di encamê de di sînorên Rojhilata Navîn a nûjen de ku endama Sykes-Picot e, şerên bi dawî derketine.

OSMANIYAN ROLEKE HELWEŞÎNER DI CIVAKÊN ME DE LÎST

Têkildarî encam û bandorên vê hevpeymanê, endamê Meclisa Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Sîhanok Dîbo dibêje: “Îro em di hemû qadên civakî di rewşeke windakirinê de ne. Em navenda herî girîng a dîrokî ya şaristaniyê ne, lê em paş de mane. Herêma me ya herî dewlemend li cîhanê, têkçûneke aborî û siyasî jiyan dike, sîstemên siyasî jî lawaz in û îdeolojiyên teng ên para xwe ji jiyanê nîne îfade dike.

Rewşa çandî xirab e, em nabêjin li ber mirinê ye. Ya rastî, dewleta Osmanî di civakên me de roleke hilweşîner lîst. Paşketin ji bo sîstema hegemoniya cîhanî derfetek bû, ku golên xwînê bihêle. Girîng e ku em gava yekemîn biavêjin û jinûve pênasekirinê bikin, her wiha em modernîteyeke demokratîk ji bo tevahî herêmê ava bikin.

Piştî salên dirêj ên tijî êş û azar di ser gelê Kurd re derbas bûn, niha dixwazin ji nûve hêvî û xeyalên xwe yên azadî û wekheviyê bi rêya projeyeke demokratîk a ji bo hemû çand û olên Rojhilata Navîn pêşeng, pêk bînin, ku ev proje karibe wan ol û çandan hembêz bike, şeran bi dawî bike û çareseriyan peyda bike. Bi vê hevpeymanê li kevntirîn herêmên şaristaniya demokratîk sînor danî û gelên wê herêmê di nava 22 welatan de parçe kir.”

LI ŞÛNA NASNAMEYA NETEWE-DEWLET DIVÊ NANSNAMEYA NÎŞTIMANÎ JI NÛVE BÊ AVAKIRIN

Gelo piştî 106 salan, dê hevpeymana Sykes-Picot karibe armancên xwe pêk bîne? Sîhanok Dîbo wiha bersiv dide: “Sykes-Picot herêma me parçe kir û nasnameyên bi aloz ferz kir ku bi tu rengan nayê sererastkirin. Eger tiştê beriya zêdetirî sed salan ji ber guhertina bingeha sîstema hegemoniya cîhanî pêk hatine, wê çaxê di bin sîwana netew-dewleta navendî de derbasî qonaxa endustryalîzmê bû, îro pêwîstî heye ku li şûna netew-dewleta navendî, nasnameya nîştimanî di delweteke pirnetewe de ji nûve bê avakirin.”

ARMANCA SEREKE TEVLÎHEVKIRINA REWŞÊ Û TUNEKIRINA NASNAMEYAN BÛ

Dîbo wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji bilî wê yekê, em li ber rewşekê bin ku yê hatî parçekirin jî dîsa parçe bikin. Em li hember rewşekê ne ku kes jê sax dernakeve. Dema ku bi hevpeymanên beriya sedsalekê şerê qirkirina Kurdan da destpêkirin û bi vî awayî heyî parçe kirin, armanca sereke ew bû ku rewş tevlîhev bin û hemû nasname bên tunekirin û di nav de yên hatine nûjenkirin.”

Dîbo destnîşan kir ku li pêş hêzên nîştimanî yên demokratîk derfeteke rasteqîn ji bo çareserkirina doza demokratîk li herêmê heye, divê ji dest nedin û wiha dirêjî axaftina xwe: “Divê rê li ber ji nûve avakirina sîstemeke zordest a navendî li ser esasê netewperstî, olperestî û cinsiyetperestî, bê girtin. Girîng e em bêjin ku yek ji deriyên girîng ên doza demokratîk, çareserkirina doza kurdî bi awayekî wekhev e. Helbet em ê ji her demê zêdetir nêzî Rojhilata Jêrîn a bi ewle û îstiqrar bin.”

PEYMANA LOZANÊ 1923

Peymana Lozanê di 24`ê Tîrmeha 1923`an de hat îmzekirin. Li gorî wê, sozên avakirina dewletê ku Brîtanya û Fransa dabûn hatin betalkirin. Ruxmî ku biryar di Peymana Severê de hatibû girtin, lê belê dewletên zilhêz bi taybet Brîtanya di Peymana Lozanê de biryar betal kir.

Beriya îmzekirina peymanê, sala 1922`an Kongreya Lozanê li Swîsreyê hat lidarxistin û 8 meha dirêj kir. Armanca wê danûstandina li ser peymaneke nû bi Tirkiyê re bû, ku beriya wê jî bendên Peymana Severê red kiribû. Piştî danûstandinên demdirêj, nakokiyên Brîtanya û Fransa û Tirkiyê çareser bûn. Her du alî ketin bin şertên Tirkiyê ku tu şandeyên kurdî beşdarî kongreyê nebin û doza kurdî li Bakurê Kurdistanê neyê nîqaşkirin. Ew yek ji ber tirsa ku Tirkiye tev li Yekitiya Sovyetê bibe, pêk hat. Bi wê re Tirkiye li herêmê û di qada navneteweyî de xurttir bû û hevsengiyên hêzan ketin berjewendiyên Tirkiyê ku bi tenê li ser hikumê ma û di sala 1923`an de komar ava kir.

Dema ku Peymana Lozanê hat îmzekirin, doza kurdî nehat rojevê. Hêzên hevrik jî bi taybet Brîtanya û Fransa çarenûsa gelê Kurd û xeyalên wî yên avakirina dewleteke kurdî paşguh kirin. Di 24`ê Tîrmeha 1923`an de Peymana Sever hat bidawîkirin û di bendên peymana nû (Lozanê) de behsa Kurdan nehat kirin.

Di encama van hemû hevpeyman de, piştî ku doza kurdî li Swîsreyê hat kilîtkirin û Kurd di nava 4 dewletan de hatin belavkirin, Kurd bi hêrs bûn. Piştre li Bakurê Kurdistanê rêzeserhildanan dest pê kir. Ev serhildan ji aliyê artêşa Tirk ve hatin tepisandin û di encamê de komkujiyên ku bi deh hezaran Kurd tê de bûn qurbanî, pêk hatin.

DI VEGERANDINA NASNAMEYA HERÊMÊ DE, KURD DIKARIN ROLA PÊŞENGIYÊ BILÎZIN

Hevpeymana Sykes-Picot zirarên mezin da gelê Kurd. Têkildarî xefleta hêzên ku peyman îmze kirin, 50 milyon Kurd paşguh kirin û herêmên wan di nava 4 welatan de parçe kirin, Sîhanok Dîbo wiha dibêje: “Ev nirxandin girîng e. Dema dibêjin Kurd ji gelên herêmê yên herî zêde winda kiriye, gelekî resen û rastiyeke dîrokî û siyasî ye û bi gelên herêmê re nasnameyeke temam a herêmê ava dike. Lê di heman demê de, Kurdên ku tev li holokosta netew-dewleta navendî nebûne, dikarin di vegerandina nasnameya rasteqîn a herêmê de rola pêşengiyê bilîzin û rê li ber rewşên li ser gelên herêmê bên ferzkirin, bigirin. Ev ne bangawzî ye, lê belê îsrara di rola hevtemamkirinê de ye. Bo nimûne, bidawîkirina diyardeya Nazî ya nûjen –DAIŞ- e. Hêzên demokratîk ên Kurd, Ereb, Suryan û Asûr ên li Sûriyê bi hev re û bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîka bi hev re şer kirin û li hin herêman bi Rûsya re jî koordîne kirin. Ne ji vê temamkirinê bûya, me nikarî bêjin ku DAIŞ dikare bi dawî bibe. Heta vê kêliyê jî DAIŞ heye û xeteriyê çêdike. DAIŞ kurê rewa yê sîstemên zordest ên navendî ye.”

DOZA KURDÎ DOZEKE NÎŞTIMANÎ YA SÛRIYÊ YE, DIVÊ BI AWAYEKÎ ADIL WERE ÇARESERKIRIN

Dîbo teqez kir ku wekî gelê Sûriyê divê girîngiyê bidin dîtina çareseriyeke adil ji bo doza Kurdî, ji ber ku dozeke nîştimanî ya Sûriyê ye û wiha domand: “Divê di ser re gav neyê avêtin û di bin tu behaneyan de neyê taloqkirin. Sûriye têra hemû sûriyan dike. Pêdiviya me bi pîvanên fikrî û zanistî li gorî bingehên modernîteya demokratîk heye.”

REWŞA KURDAN ÎRO BAŞTIR E

Sîhanok Dîbo bal kişand ser rewşa Kurdan di roja îro de û ev tişt anîn ziman: “Li gorî pêşketinên taybet û xwezayî, rewşa Kurdan ji dema Peymanên Sykes-Picot (1916) û Qahîre (1921) û Lozan (1923) baştir e.”

DIVÊ KURD LI KÊLEKA ŞIRÎKÊN XWE YÊN DÎROKÎ BIN

Dîbo di dewama nirxandina xwe got: “Divê em- Kurd- dîrokê baş bixwînin û ji tecrûbeyên gelên herêmê û cîhanê tecrûbeyan bigirin. Divê Kurd li kêleka hevkarên xwe yên dîrokî bin (Ereb, Faris, Tirk). Piraniya sîstemên heyî gelên xwe temsîl nakin. Çareseriyên herî baş, kolektîvîzm û lihevkirina ne ferdî ye. Em Kurd wekî gel û hêz, me di vê aliyê de qonaxeke baş derbas kir, lê belê pêwîstiya me bi lêvegereke rexnegir heye ku her kes jê baş derkeve.”

ZIHNIYETA SÎSTEMÊN ZORDEST ÊN NAVENDÎ, HEMAN ZIHNIYETA BERIYA SED SALÎ YE

Brîtanya û Fransa dewletên herî zêde çavê xwe berdabûn Kurdistanê, ji ber erdnîgariya wê ya li naverasta Rojhilata Navîn, nêzîkbûna herêma Kendavê û çavkaniyên petrolê yên Erebî û Îranî. Piştî ku petrol li Kurdistanê dîtin, girîngî zêdetir danê. Lê belê van her du dewletan tu girîngî neda gelê Kurd yê ku di nav dîwarên 4 welatên zordest de dinalî. Berjewendiyên bazirganiyê û aborî yên van dewletan di ser hemû tiştan re ne. Bi vê rengî, doza mezintirîn û kevntirîn gelên Rojhilata Navîn di bin rehme hevpeymanan de ma.

Van dewletên ku ev hevpeyman îmze kirin îro li Kurdistanê ne. Li ser pirsa, gelo helwestên wan li gorî berê hatine guhertin yan na, Sîhanok Dîbo ev nirxandin kir: “Piraniya sîstemên ku herêmê hikum dikin, hîna pir tişt jê re pêwîst in, divê pir tiştan bikin da ku ji girêdanbûna sîstema hegemoniya cîhanî û sîstemên girêdayî wê xilas bibin. Wê demê dê karibin biryarên çarenûsî bistînin. Dikarin bêjin ku zihniyeta sîstemên zordest ên navendî heman zihniyeta wan a beriya sed salî ye. Ev yek ne zehmet e, lê belê li gorî mantiqê diyalektîkê û tecrubeyên dîrokê, divê hêzên demokratîk mijarên bixin xizmeta berjewendiyên xwe, bi taybet ligel vê tevlîheviya ku cîhan bi tevahî dijî.”

XWESPARTINA VAN SÎSTEMAN ŞAŞTÎ YE

Dîbo wiha dirêjî da nirxandinên xwe: “Divê em zanibin ku guhertina sîstemê bo sîstemeke piralî, dê bandoreke ne hêsan li herêmê bike, bi taybetî li ser dewletên ku li dijî Kurdan li hev kirine û bi hemû rengan şerê qirkirinê li dijî wan dane meşandin. Şaş e ku em xwe bispêrin van sîsteman, bi taybetî jî sîstema Tirkiyê ya Erdoganî, yek kêliyê jî dê ne li kêleke gelê Kurd û doza wan be. Guhertina van sîsteman êdî erkeke nîştimanî ya çarenûsî ye, şertê hebûn û tunebûna gelên herêmê ye.

Li ser xeta Sykes-Picot, Tirkiye dest bi qutkirina Rojava ji Bakurê Kurdistanê kir, piştî ku di salên borî de bi Sykes-Picot hatibû parçekirin. Dewleta Tirk dîwarekî çemento danî navbera her du parçeyên Kurdisatnê. Ev yek nameyeke eşkere ya dûrxistina gelên herêmê ji hev du bû.”

TIRKIYEYA ERDOGAN, NAVENDEKE NE ISTIQRARIYÊ LI HERÊMÊ YE

Dîbo di vê derbarê de dibêje: “Tirkiyeya Erdogan yek ji girîngtirîn navendên ne îstiqrariyê yên li herêmê û li tevahî cîhaên ye. Piştî vê sîstemê dest li kar û barên herêmê werda û herêmên ji Sûriyê û Iraqê dagir kir û bi awayekî ne rewa li rojavayê Lîbya û li welatên din ên Ereban xwe bi cih kir, zehemt e ku bibe parçeyekî çareseriyê. Di bîra vê rejîmê de tenê Mîsaqî Millî ye, anku tunekirina îradeya gelê kurd û destkeftiyên wê di rêjeya yekemîn de û têkbirina aramî û îstiqrarê li seranserê herêmê, bi sedan delîlên vê yekê hene.”

ÇARESERIYA LI IRAQÊ BI SEKINANDINA LI HEMBER DIJMINAHIYA TIKRIYÊ DIBE

Dîbo daxuyand ku gelên herêmê bawer dikir ku Iraq bibe tecrûbeyeke pêşeng ji bo demokrasiyê ku dikare tevahiya herêmê sûd jê bigire û wiha pê de çû: “Lê mixabin niha li Iraqê belavbûn û xitimîna siyasî serwer e. Ya baştir ku girîngiyê bidin mekanîzmeya çareseriya nîştimanî û demokratîk ji bo tevahiya Iraqê. Çareseriyên li Iraqê bi sekinandina li hember dijminahiya Tirk û bidawîkirina hebûna wê ya ne rewa, çareserkirina aloziya avê ku sedema wê dîsa rejîma Tirkiyê ye, pêkan e.”

HEWL DIDIN ŞER DI NAV KURDAN BI XWE DE DERBIXIN

Sîhanok Dîbo dibîne ku “Avakirina dîwarê di navbera Şengalê û herêmên Rêveberiya Xweser de tu çareseriyê bi xwe re nayîne. Di dema şerê qirkirinê yê DAIŞ`ê di havîna 2014`an de, bi dehan keç û xortên ji herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hawara Şenglê ve çûn. Îro hewl didin şer di nava Kurdan bi xwe de derbixin. Di şerê birakujiyê de dê hemû Kurd winda bikin. Yê herî zêde winda bike jî, ew ê xwe dispêre rejîma Tirkiyeya Erdogan e ku êdî ew jî di qonaxa xwe ya dawiyê de ye.”

Bi derbasbûna 106 salan di ser îmzekirina Peymana Sykes-Picot re, sedsaliya Peymana Lozanê jî nêz dibe. Çavê her kesî li nexşerêya nû ye, ku dê herêmê li ser esasê nexşeyên berhemên binerd werin belavkirin. Îro ji nû ve gelek welatên mezin li herêmê ne da ku serweriya xwe ferz bikin. Hinek jî li hember serweriya welatên din û ji bo têkbirina planên wan hatine. Hemiyan çav berdaye xêr û bêrên herêmê û di serî de dewleta Tirk ku dîtina Kurdekî jî li vê herêmê li xweşiya wê naçê.

Dewleta Tirk dixwaze bi dirêjahiya 900 km û kûrahiya 32 km herêmên Rojava dagir bike. Her wiha armancên wê yên qirêj hene ku dixwaze pêk bîne, ji wan valakirina herêmê ji niştecihên wê yên resen, guhertina demografiya herêmê û mayîndekirina wê yekê, bicihkirina şêniyên din li şûna şêniyên resen û piştre tevlîkirina herêmê ji xaka Tirkiyê re û destdanîna ser berhemên binerd. Her wiha dixwaze dest deyne ser sêgoşeya sînorî ya di navbera Rojava-Başûr-Bakurê Kurdisatnê de ku girîngtirîn cihên stratejîk e û bi petrol û gazê dewlemend e.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan doza vegerandina penaberên Sûriyê li herêmên Sûriyê yên dagir kirine, dîsa anî rojevê û behsa bicihkirina milyonek penaber li ser hesabê şêniyên herêmê dagirkirî dike.

LI GORÎ QANÛNA NAVNETEWEYÎ, KIRYARÊN TIRKIYE DAGIRKERÎ TÊN HESIBANDIN

Sîhanok Dîbo di vê derbarê de destnîşan kir ku hinceta Tirkiyeya Erdogan ku kiryarên xwe dispêre madeya (51) a parastina rewa ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bê bingeh e û got: “Ya rastî, kiryarên Tirkiyê li gorî qanûna navneteweyî dagirkerî tê hesibandin. Madeyên 42 û heta 56 yên Lîsteya Lahay (1907), madeya duyemîn a hevbeş a her çar Peymanên Cinêvê (1949), her wiha madeyên 27 û heta 34 û madeyên 47 û heta 78 ên Peymana Cinêvê ya Çaremîn û hin bendên protokola yekemîn û Qanûna Urfî ya Mirovî ya Navneteweyî, teqeziyê bi vê yekê dikin.”

ENQERAYÊ JI PIŞT PEANBERAN BI MILYARAN DOLAR QEZENC KIR

Dîbo da zanîn ku Tirkiye dewleta herî zêde doza penaberên sûrî polîtîze kiriye ye û penaber wekî amûreke zextê li dijî Amerîka û Yekitiya Ewropayê bi kar anîn. Dîbo wiha domand: “Enqerayê bi milyaran dolar qezenc kir, lê ew yek wekî ku pereyan ji xezîneya Tirkiyê dide nîşan da. Ya seyr jî ew ku hin alî van îdiayan bawer dikin û di vê xeta xeter de dibin amûr û rol dilîzin. Wekî tê zanîn, hejmarên penaberan ku Enqera qalê dike, ne rast e.”

BIKARANÎNA PENABERAN Û BIHCKIRINA WAN LI HERÊMÊN NE YÊN WAN, SÛC E

Dîbo bal kişand ku “dewleta Tirk penaberên sûrî bi kar anîn û ew di herêmên ne yên wan bi cih kirin, ev jî sûc e û yek ji bingehên şerê hundirîn e ku dibe salên dirêj dewam bike. Rêveberiya Xwseser ji Nîsana 2017`an de gelek însiyatîf di vê derbarê de pêşkêş kirin. Divê NY û hin welatên herêmî nebin şirîkên sûca guhertina demografiyê û desteserkirina xêr û bêrên şêniyên resen ên Sûriyê. Divê em ji bo vegera ewle û dildar a hemû koçberan kar bikin.”

DÊ KURD VÊ CARÊ DESTVALA DERNEKEVIN

Gelo Sykes-Picot`ek nû li herêmê heye? li ser vê pirsê Sîhanok Dîbo dibêje: “Tu alî nikare çarenûsa sedsala yekemîn a Peymana Lozanê bi temamî diyar bike. Lê teqez dê Kurd vê carê destvala dernekevin.”

Dîbo dibêje ku çareseriyên herî baş yên li jorê hatine bibîrxistin in û got: “Pêwîst e em ji nûve têgeh û sîstemên demokratîk ên dewletên nîştimanî û xwedî pir nasname, ava bikin. Çareya herî baş ew e ku hêzên nîştimanî yên demokratîk yên Kurd, Ereb, Îranî, Tirk û hwd li kêleka hev bimînin. Her wiha çareserî bi tunekirina terora olî, neteweyî anjî senteza wan û bi guhertina demokratîk li serasnerê herêmê, pêkan e.

Kurd û gelên din ên herêmê mehkûm in ku helwesta xwe biki yek, hevrikan û hemû aliyan bînin gel hev û mantiqê hevkariya dîrokî ya hemû pêkahetayên herêmê wekî şirîkên rasteqîn û dîrokî yên wan li herêmê xurt bikin.

(cx)

ANHA