Ji bo salvegera 7`an a vekirina Radyo Xabûr FM şahiyek hat lidarxistin

Xebatkerên Radyo Xabûr FM salvegera 7`an a vekirina radyoyê pîroz kir.

Ji bo salvegera 7`an a vekirina Radyo Xabûr FM şahiyek hat lidarxistin
Ji bo salvegera 7`an a vekirina Radyo Xabûr FM şahiyek hat lidarxistin
Ji bo salvegera 7`an a vekirina Radyo Xabûr FM şahiyek hat lidarxistin
Ji bo salvegera 7`an a vekirina Radyo Xabûr FM şahiyek hat lidarxistin
Ji bo salvegera 7`an a vekirina Radyo Xabûr FM şahiyek hat lidarxistin
Ji bo salvegera 7`an a vekirina Radyo Xabûr FM şahiyek hat lidarxistin
Ji bo salvegera 7`an a vekirina Radyo Xabûr FM şahiyek hat lidarxistin
Ji bo salvegera 7`an a vekirina Radyo Xabûr FM şahiyek hat lidarxistin
Ji bo salvegera 7`an a vekirina Radyo Xabûr FM şahiyek hat lidarxistin
15 gulan, 2022   18:51
HESEKÊ

Radyoya Xabûr, 14`ê Gulana 2015`an dest bi weşanê kir. Xebatkarên wê îro salvegera 7`an a vekirina radyoyê pîroz kir. 

Nûnerên saziyên sivîl, ragihandin, Kongra Star, Komîteya Çand û Hunerê yên kantona Hesekê û şênî tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de endama rêveber a radyoya Xabûr FM Mizgîn El-Hesen axivî, xebatkarên radyoyê û şêniyên herêmê bi vê boneyê pîroz kir.

Her wiha endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî axivî û got: “Radyo Xabûr, ji roja destpêkê ve ji bo derxistina heqîqeta şoreşa Rojava kar kir. Em vê boneyê li xebatkarên wê pîroz dikin ku gelek ked dan heta ku gihaştin vê astê.”

Di şahiyê de Kongra Star diyariyek radestî xebatkarên Radyo Xabûr kir.

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên koma Tolhildan a Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr bi dawî bû.

ANHA