Tevgera Xwendekarên Demokratîk Roja Zimanê Kurdî pîroz kir

Tevgera Xwendekarên Demokratîk a bajarê Hesekê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir û got, ew dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker piştgiriyê didin gerîla.

Tevgera Xwendekarên Demokratîk Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
15 gulan, 2022   17:46
HESEKÊ

Bi dehan endamên Tevgera Xwendekarên Demokratîk û xwendekarên zanîngeha Rojava li navenda Şehîd Hogir a bajarê Hesekê kom bûn, ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û pîrozkirina Roja Zimanê Kurdî daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê rêvebera Tevgera Xwendekarên Demokratîk a bajarê Hesekê Îksane Miho ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne û tevahî cure çekên giran bi kar tîne.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin: "Bila Erdogan zanibe ku Zap û Metîna rûmeta me ne, em jî wek Tevgera Xwendekarên Demokratîk dê rûmeta xwe bi îsrar û hêz biparêzin."

Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê şerê gelê Kurd dike, lê belê ew şerê hemû gelên herêmê dike û dixwaze çavnebariyên Osmanî pêk bîne.

Xwendekaran gotin, berxwedana gerîla hemû êrişên dewleta Tirk têk birin.

Li dawiya daxuyaniyê xwendekaran Roja Zimanê Kurdî pîroz kir û got: "Îro bi saya şehîdan em dikarin bi zimanê xwe bixwînin û biaxivin."

ANHA